Siyaset perçe bibe jî Artêşa Kurd yek perçe ye!

Siyaset perçe bibe jî Artêşa Kurd yek perçe ye!
Siyaset perçe bibe jî Artêşa Kurd yek perçe ye!

 

Fermandarê Giştî yê Hêzên 70yê Şêx Cefer Mistefa got, her çi qasî di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê de pirsgirêkên cidî hebin jî, Hêzên Pêşmerge yek perçe ye.

 

Endamê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Fermandarê Giştî yê Hêzên 70yê Şêx Cefer Mistefa ji Rûdawê re ragihand, ew ji şanda duh a ji Tehranê hatin agahdar bûn.

 

Şêx Cefer Mistefa wiha got: “Lê bi ti awayî ez ne ji hevdîtinên wan û ne jî çi biryardane ne agahdarim.”

 

Derbarê civîna bi Hêzên Pêşmerge kirî de jî Şêx Cefer Mistefa wiha got:

 

“Li Kurdistanê pirgirêkên cidî yên di navbera Partiyên Kurdî de bandorî li eniyên şer nakin û Hêzên Pêşmerge yek in. Hêzên Pêşmerge da xuyandin ku ew di navbera partiyan de ferq û hesabiyan nakin û ew hêza wan heye bi hev re ewlekariya axa me biparêzin.”

 

Fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Nakokiya di nav YNKê de ji berê ve tê. Ti caran Pêşmerge nebûye perçeyek ji wan nakokiyan. Mam Celal dema ku fermandarê Hêzên 70yê hişyarî dida pêşmerge da ku ti caran nebin perçeyek ji aloziyan.”

 

Derbarê sedema lidarxistina civînê de jî Şêx Cefer Mistefa amaje kir ku wan ji bo ku Pêşmerge agahdarbin ka çi diqewimê civîn pêk aîne û got: “Di civînê de em hemû hemfikir bûn ku ti Pêşmerge nebin alîgirê ti aliyekê.”

 

Herwiha Şêx Cefer Mistefa diyar kir ku divê “Navenda Biryardanê” ya YNKê hene û wiha pê de çû:

 

“Ev merkez nabe bibe cihê ku herkes bi gorî serê xwe biruara bide. Em niha demên zehmet derbas dikin. Ji bo partiyeke girîng biyarê bide divê navendeke biyardana wê hebe.”

 

1ê Îlonê herdu cîgirên sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl û Berhem Salih “Navenda Biryardanê” ragihandibûn û diyar kiribûn ku bêyî destûra vê navendê ti biryarên navxwse û derve yê partiyê nayên qebûlkirin.

 

Li hember vê yekê baskê din ê YNKê ku serpereştiya wê hevjîna Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed dike, duh civînek pêkanî bûn û ev navend weke “ne rewa” binavkiribûn.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.