1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. "Şoreşa Bêdeng" wergerandin kurdî
"Şoreşa Bêdeng" wergerandin kurdî

"Şoreşa Bêdeng" wergerandin kurdî

Envantera bi navê "Şoreşa Bêdeng" a ku ji hêla Misteşariya Ewlehiyê û Pergala Kamuyê (KDGM) ve hate amadekirin û behsa guherîn û veguherina demokratîk a Tirkiyeyê ya di navbera salên 2002 û 2012an dike wergerandin kurdî.

A+A-

 

ANKARA - Envantera bi navê "Şoreşa Bêdeng" a ku ji hêla Misteşariya Ewlehiyê û Pergala Kamuyê (KDGM) ve hate amadekirin û behsa guherîn û veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê ya di navbera salên 2002 û 2012an dike wergerandin kurdî.  

Çapa kurdî ya "Şoreşa Bêdeng" bi kurmancî hatiye wergerandin, behsa demokratîkbûna Tirkiyeyê ya 10 salan dike û taybetiya wê ew e ku, ew çavkaniyeke fermî a ewilin a kurdî ye. Mehmet Oztunç pirtûkê wergerandiye kurdî.

Di pirtûkê de behsa gavên demokratîkbûnê ên di 10 mehên ewilîn a di sala 2013an jî hat kirin. Pirtûka bi navê "Şoreşa Bêdeng: Envantara Guherîn û Vegûherîna Demokratîk a Tirkiyeyê (2002-2012)" di panela "Nêrînên Sazî yên di der barê Mafên Mirovan û Tekoşîna li Hember Terorê" de dê bê belav kirin.

Pirtûk di demeke kin de berê bi tirkî, îngilizî û erebî hat çapkirin. Çapa wê ya kurdî jî wek çapên din li saziyên fikrî, saziyên civakî yên sîvîl û zanîngehan dê bê belavkirin.

Welatî dikarin bêpere bibin xwediyê vê pirtûka ku bi çar zimanan hatiye çapkirin.

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di pêşgotina pirtûkê de destnîşankiribû ku wan di 10 salên dawîn de bi evîna gel û welêt ve di her qadan de xizmet, veberhênan û reform kirine.

Di çapa kurdî ya pirtûkê de behsa madeyên Paketên Demokratîkbûnê ya ku 30ê îlonê de ji hêla Serokwezir Erdogan ve hatibû eşkerekirin jî hatiye kirin. Wek:

-Li dibistanan sondxwarina zarokan ji holê rakirin

-Qedexekirina sergirtinê ji holê rakirin

- Paş ve dayîna eraziyê Manastira Mor Gabrîelê 

Bu haber toplam 1093 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.