SOZ DAN !

SOZ DAN !
Bajarokê Til Hemîs ku ji aliyê başûr ve 40 kîlometran dûrî bajarê Qamişlo ye, bi timamî ji mayînan hat paqijkirin û xelkê wê vedigerin malên xwe.

 

Hewlêr -  Berpirsên YPGê û PYDê bi xelkê Til-Hemîsê re civiyan û soz dan wan ku hemû pêdiviyên jiyanê yên sereke ji wan re peyda bikin.

 

Piştî paqijkirina bajarokê Til Hemîs ê li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji mîn û bombên vedayî yên DAIŞê, niha hejmareke zêde ji xelkê vedigerin ser malên xwe.

 

Berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) civînek ligel xelkê bajarokê Til Hemîs pêk anîn û têde li ser şerê li dijî DAIŞê û proseya kontrolkirina Til Hemîs axivîn.

 

Heriweha berpirsên PYDê û YPGê ragihandin, tîmeke endaziyariya bombeyan hemû bombeyên ku DAIŞê li erdê deverê danîbûn, rakirine û niha ti metirsî li ser sivîl jiyanê xelkê nemaye.

Welatiyekî Til Hemîsê derbarê vê yekê de ragihand: “Piştî derbasbûna çend mehan bi ser rizgarkirina Til Hemîs ji aliyê YPGê û YPJê ve, ji ber ku çekdarên DAIŞê li deverê bombe û mîn danîbûn, daku zirarê bighînin xelkê, lê tîmên endazariyê piştî hewldanek zêde karîn wî bajarokî ji hemû bombeyan paqij bikin û piştre xelk hêdî hêdî vedigerin bajarê xwe.”

 

Welatiyeke din a bajarokê Til Hmeîs amaje bi wêrankariyên li Til Hemîs dike û dibêje: “Em hatina vir, ji bo ku em pêdviyên sereke yên xelkê peyda bikin, pêdviyên sereke ava û kareba ye û herweha pêdviyên din ku kerameta xelkê biparêze, bajar pir wêran bûye û hin xanî bi temamî wêram bûne.”

 

Jineke din a xelkê Til Hemîsê ye, derbarê vegera xwe bo mala xwe û rewşa xwe dike û dibêje: “Sê salan me zehmetî derbas kir, wêrankirin û perîşanî, em niha vegeriyan malên xwe, bi xwedê em kêfxweş bûn ku Til Hemîs bi aramî vegeriya, lê dema ku em vegeriyan, em pir bêzar bûn, j ber ku wêran bûye.”

 

Di şerê kontrolkirina Til Hemîs de, hejmareke zêde ji xanî û dikanên xelkê wêran bûn, lewma niha dest bi çakirina xanî û dikanên xwe dikin.

 

Welatiyeke din wiha diaxive: “Bi xwedê me pir zehmetî dît û em penaberbûn, ev 3 salin em ji malên xwe derketin û em rsiwa bûn,   lê rê li ber me vebû, heta niha jî em bawer nakin ku em vegeriyane, ez nikarim hestên xwe derbibirim, tê bêje qey em di xewnekê de ne. Niha em dest bi avakirinê dikin, di destpêkê de em malên xwe çak dikin, mal û dikan wêran bûne, niha xelk hemû kar dikin.”

 

Bajarokê Til Hemîs 40 kîlomitran dikeve Başûrê Qamişlo, çekdarên DAIŞê ji wir hawin û topan davêtin bajarê Qamişlo û  di kontrolkirina wî bajarokî de, hejmareke mezin ji şervanên YPGê şehîd ketin û niha di bin kontrola wan de ye.(rudaw)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.