1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Stiranên evîniyê: Heyranok
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Stiranên evîniyê: Heyranok

A+A-

Di edebiyata devkî de cihê dengbêjan, rol û keda wan di parastina serpêhatiyên dîrokî û pêşxistina zimên de, mezin e. Serpêhatî, bi zimanekî kêşer û bilind tê avakirin. Bi enstrûment anjî bê wê, di odeyan de bi şêweyê "axaftin û stiran" tê pêşkêşkirin. Dema mijara dengbêjan tê holê, bi qasî dengbêjiya mêra, qala sûdên stranbêjî û çîrokbêjiya jinan jî tê kirin. Bi taybetî nirx û buhabûna "heyranok"ên keçên kurda nikare bibe cihê pîvanê.


Heyranok, stiranên evîniyê ne. Ji aliyên keçên kurda, berî dema zewacê têne gotin. Bi gilî û gazinên evînê barkirî ne. Ji peyva "heyran" peyde bûye. Keç, bi zimanekî bilind, lê sivik ji bo ku zû bêne jiberkirin, distirînin. Heyranok, piştî zewacê jî nayên jibîrkirin. Jin, bi reng û formên nû derbasî neslên nû dikin. Stiranên wan nava xelkê de belav dibin.

Heyranok bi dengê Eyşe Şan ê gihaye deverek bilind. Yek ji berhevkar û stranbêja dema me ya herî nasdar rehmetiya Sorgul Botanî bû. Sorgul, xanima helbestvanê navdar Sebrî Botanî ye. Min gelek caran li yadê Sorgulê guhdarî kiribû. Lawê wê Beşîr Botanî, ji bo berhevkirina "Heyranok"an kedek mezin da. Paşê xebata wî bi heman navî weke pirtûk ji aliyê weşanxenaya Apecê, li Swêdê hate çapkirin. Fermo nimûneyek ji heyranokan:

Were buhar e, min got ji dilê min ra çi buhareka lo li demdemî
Em ê kolk û çeperê xwe çêkin ber vê avê lo ber vî çemî
min got hindî sala paştir e em ê bêjin xwezî heft xwezî ax par vî demî

Were buhar e, min got çi buhareka xoş û rengîn e
Hindî çavê xwe digerînim, na gerînim her diyar nîne
û delalê dilê min berze ye hawar e çi jîn e

Were buhar e, min got ez çûm zozana lo min zozan nekir
û ez ê ber berfê ra borîm lo min tav nekir
Evînîka min û bejna bilind gûza pûç e û ax feyde nekir

Were buhar e, min got zozanî me lo deştî na bim
Bi Xudê ez a zêrê zerê Mehmûdî me lo xira na bim
Ez gorî pa ne min jiyana xwe deyna ser hewe lo poşman na bim...


 

 

Bu yazı toplam 1104 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.