1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Sûra Amedê him ji derê maye him ji mizgeftê!
Sûra Amedê him ji derê maye him ji mizgeftê!

Sûra Amedê him ji derê maye him ji mizgeftê!

Li navçeya Sûrê ya Amedê, şer û pevçûn, her wiha qedexeyên derketina derve hê jî berdewam dikin. Li vê navçeyê 514 mizgeft, dêr û avahiyên dîrokî hene ku di şer de zirar dîtine.

A+A-

 

Mizgefta Kurşunluyê û 7 dêrên kirîstiyanan, zirareke mezin dîtine. Ji ber ku qedexe berdewame, kes nizane rewşa bermahiyên din ên dîrokî niha çi ye...

Serokê Komeleya Çand û Tûrîzmê ya Amedê li ser vê yekê got, li Sûrê çand hebû, dîrok hebû, şaristanî hebû. Ev 5-6 meh in hemû hatine talankirin û wêrankirin. Em nizanin çiqas ziyan gihîştiye van avahiyên dîrokî. Lê bi qasî me agahî wergirtiye, piranî wêran bûne. Em pir xemgîn in. Divê ev şer demildest were sekinandin û cihên dîrokî jî dîsa bên nûjenkirin.

Kirîstiyanên li Amedê dibêjin, parastina bermahiyên dîrokî û dêra wan peywira dewletê ye û divê dewletê ew biparastana.

Rêveberê yek ji dêrên Sûrê li ser wêrankirina dêran ji Rûdawê re got, serokwezîr dibêje emê çêbikin û filan. Ez jî dibêjim bila wêran nekin hewce nake çêkin jî...

Navçeya Sûrê ya Amedê navçeya herî kevn e û di nava bircên Amedê de weke bajarekî qedîm cih digre.

Li derdora bircan 6 deriyên Sûrê hene û ji ber qedexeyan ev derî ji aliyê polîsan ve hatine girtin.

Bu haber toplam 780 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.