• Diyarbakır5 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin4 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan-2 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-3 °C
  • Gaziantep6 °C
  • Hakkari-4 °C
  • Muş0 °C
  • Siirt5 °C
  • Van-2 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
‘Talabanî serê salê vedigere Kurdistanê’
14 Aralık 2013 Cumartesi 11:59

‘Talabanî serê salê vedigere Kurdistanê’

Cîgirê Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbwar Osman ragehand ku pêwist nake dîmenê vîdyoyî yê Talabanî bê belav kirin, ji ber di çejna serê salê de vedigere Kurdistanê.

SİLÊMANÎ -  Di vê derbarê de Rêbwar Osman ji malpera Encûmena Navendî ya YNK’ê re axifî û got: ‘’Çend roj berê haya min jê hebû ku tendirûstiya serok Mam Celal gelekî baş e û baş jî diaxife, em hêvî dikin de demeke nêzîk de vegere nav me û em hemû bi hev re cejna serê salê bikin.’‘

Osman wiha axifî: ‘’Bi vegera Mam Celal bo Kurdistanê, ku hevdem e ligel nêzîkbûna kongreya 4’mîn a YNK’ê ku biryar e di roja 31.01.2014’ê de were lidarxistin, rêzdar wek sekreterê giştî yê YNK’ê tê hilbijartin û erkên xwe cîbicîh dike.’‘

Rêbwar Osman axaftina xwe wiha qedan: ‘’Ez dibêm neku dîmenê vîdyoyî yê Mam Celal tê belav kirin, lê cejna serê salê vedigere Kurdistanê, ji me re diaxife û di medyayê de jî dê were xwiyakirin.’‘

YNK’ê roja 10.12.2013’ê bi rêya medyaya xwe nûtirîn wêneyên Talebanî belavkiribûn û ragehandibû ku ew wêne di rojên 6-8ê Kanûnê de hatine kişandin. Di wêneyan de Talabanî û hevsera xwe Hêro Îbrahîm Ehmed bi hev re rûniştine.

Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî roja 17.12.2012’ê li bajarê Bexdayê krîza mêjî derbas kir û rakirin nexweşxanê lê ji ber rewşa wî nebaş bû piştre ji bo tedawiyê yekser rakirin nexweşxaneya Charite ya Berlînê.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim