1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Talebanî: Divê Kurdistan nebe qurbana şikestina İraqê
Talebanî: Divê Kurdistan nebe qurbana şikestina İraqê

Talebanî: Divê Kurdistan nebe qurbana şikestina İraqê

Kurê Serokomarê Îraqê Celal Talebanî ragehand ku İraq di krîzekê re derbas dibe û kes nizane dê encamê wê çibe û tekez kir ku Iraq bi vî awayî berdewam bike dê bişike û pêwîst nake Herêma Kurdistanê bibe qurbana vê şikestinê.

A+A-

SILÊMANÎ -Qubad Talebanî nêrîna YNK’ê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî wiha tîne ziman: “Kurdan gelek êş û nexweşî dîtine û gelek dewletan zilm û zordarî li me kiriye, serxwebûn mafekî me yê rewa ye, lê kengî û çawa ev yek dê pêk bê, bi baweriya min hê zûye.”

Qubad Talebanî wiha dibêje: “Em nikarin pêşbîniya paşeroja Iraqê bikin, heta niha tu serkeftin bidest nexistine û di nav pirsgirêkan de maye, kes nizane dibe ku pirsgirêkên siyasî kûrtir û aloztir bibin, kengî wê Iraq xwe ji van arîşeyan rizgar bike?. Tiştê diyar heta niha dê Iraq wek dewlet bisernekeve, loma çima Kurdistan bibe qurbana vê serneketinê? Li gor min divê Kurdistan xwe ji bo qonaxa piştî şikestina Iraqê amade bike.’‘

Talebanî diyar kir ku ew nabêjin bila Kurdistan bibe sedema şikestina Iraqê û axaftina xwe wiha qedand: “YNK û serkirdayetiya Kurd hemû hewlên xwe di berjewendiya Iraqê de kirin, me kadroyên herî şalak û zane şandin Bexdayê, Kurd herdem navbeynkar bûn dinavbera aliyên hevrik di Iraqê de. Lê tiştek heye divê li ber çav bê girtin ew jî ew e ku eger heye Iraq bişike, loma pêwîste Kurdistanê xwe ji hemû egeran re amade bike.”

 

Bu haber toplam 593 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.