1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Taweya kartol bi navfindeq û şêlimên kesidandî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Taweya kartol bi navfindeq û şêlimên kesidandî

A+A-

Kartol, petate an qompîr weke xwarina hejaran tê nasîn. Lê salên dawiyê, neheqiya li patate hatiye kirin, bi xwe, dîtinên li dijî xwe berevajî kiriye. Îro roj, li welatê pêşketî, dema tezeyê wê tê bazarê, ji goşt jî buhatir e. Tama ên teze pir xweş e, Luks e. Patate, mîna nan, savar û brincê, li ser sifrê xwarinek bingehîn e.

Qompîr ji bo sihetê, hejmarek nexweşî baş e. Bêhalî û westanê sivik dike, ji holê radike. Rehên hişk nerm dike û xwarinê diserifîne. Dema bê kelandin, perçiqandin û dibe pure, ji bo nexweşiya şekir baş e. Li gorî lêkolînekê, li hemberî penceşêrê jî bi bandor e.

Dîroka kartol û çandina wê, dirêjî dema çanda înkayên, Latîn Amerîkayê dibe. Desthilatdariya Înka di sala 1200 an dest pê dike. Hetanî dagirkirina hêzên îspanyolî, di sala 1500 î pêk tê, têra xwe xurt in. Di 1400 î de, sînorên xwe ji Kolombiya hetanî Şîlî dirêj dibû. Rûniştavanê impratariyê nêzî 9 milyon kesan bû. 40 hezar jê Inkayên eslî, ên din xizmetkarî dikirin. Bi hatina îspanyolan, kartol derbasî aliyê Ewropayê bû û ji wir li cîhanê belav bû.

Kartol, li malê, ode an jî qeboyên reş û hênik, cihê xwarina ziwa, tê parastin. Divê di nav torbeyên kaxizî de, an di selikên vekirî de bêne bicîhkirin. Di sarincokê de neyên danîn. 

Gelek texlîtên kartolan hene. Bêhtir ên xwarinê tên bazarê, lê ên ji bo biraştinê, hinekî mezin in. Beşê qarotên xwe step in, ji bo sorkirinê ne. Hinek jê ji bo kelandin û pureçêkirinê tên bikaranîn. Ew zû dikelin û ji hev difeşkilin.

Kartolên teze, bi ax in, bîna axê û tezebûnê jê difûre. Qaşilê wê tenik e, zû ser diçe, tê qeşartin. Petatên teze, bi qaşilên xwe tên çêkirin. Anku qaşilê wan nayê qeşartin. Baş tên şûştin, paqijkirin û çavên reş, anku niqteyên reş tê de, tên qeşartin, jêkirin.

Çend şikil xwarinên qompîra

Salata: Bêhtir havîna tê xwarin. Tê kelandin. Qeşartin û hurkirin. Paşê, şînayî tê hilbijartin û hurkirin. Goştê hur, an masiyên perçekirî, tê sorkirin. Pêşî patatên kelandî û hurkirî, tevlî şînayiyê dikin. Zeyta bi lîmon ser tê dakirin. Goşt an masî li ser tê balevkirin. Bi nanê qemirî tê xwarin.

Biraştin: Petatên mezin ku goştê wê (qarot) step, tên hilbijartin. Binê sîniyek (tawe) metal tê bixwêkirin. Kartol di taweyê de, li ser xwe tên danîn û qapaxê datîn ser. Firne, li ser 240-250 pileyê tê eyarkirin. Hetanî petat nerm dibe tê de dimîne. Kartol ji aliyekî xwe tê qelaştin. Li gorî dilê xwe, salatayên cewaz tevlî mayonesê dibe û cihê qelişandî bi salatê tê dagirtin û xwarin.

Paya mirîşk an masiyan: Kartolên keşartî û mîna qûrsikan (gilover) jêkirî, nîv kelandî tê cemidandin. Sînga mirîşkê li gel pîvazan tê sorkirin. Mîna qalib, qatek patate, yek goşt di taweyê de tê bicîhkirin. Qata dawiyê patate ye. Lîtreyek şîr û şeş hêk tevlî hev dibe, bi xwê û bîberê tê tamdan. Paşê şîr berdin ser patate. Firne li ser pîleya 200 î germ bikin. Hetanî patate şîrê xwe dikşîne, di firnê de dimîne. 

Qursikên kartolan (bîf): Bêhtir bê goşt tê amadekirin. Bingeha xwe, patate û şînayê din in. Kartol bi qernebehar, kumik, tomate, spinaq, pîvazên şîn, şêlim, lehane tê tamdan. Herdu tên kelandin, dikin pure. Piştî cemidî, hêk tevlî dibe, lihev dikeve. Weke qursika di nav run de tê sorkirin.

Taweya kartolan

Xwarin, ji ”şêlimê kesidandî” û ”taweya kartolan” pêk tê.

Giring e ku kartol, qarotê xwe hişk û teze be. Ji axê baş bê şûştin. Qaşilê wê nayê qeşartin. Tenê çaviyên reş te dê tên jêkirin.

Taweya kartolan, bê goşt e. Dendikê findeq, fistek û kakilê gwîza dikeve şûna goşt. Ev tawe, li gelek welatan, bi taybetî aliyê Skandînavya meşhur e ”Pytt i Panna” jê re dibêjin. Bêhtir havîna, dema mirov derdikeve derve, diçe gerê, li malê amade dike û bi xwe re dibe û dixwe. Dema wextê mirov zêde tune be, lê hejmara mêvana gelek bin, bi goşt an bê goşt di demek kin de amade dibe.

Divê neyê jibîrkirin ku, di şûna salata û şînayiya li ber, bi şêlimên kesidandî re tê xwarin. Amadekirina şêlimên kesidandî berî bi rojek, du rojan dibe. Ji ber ku bi hindikayî 30 saet jê re dive ku tama xwe bidine hev.

Şêlimên kesidandî

Beroş, an qetremîsek bi qepax
6  şêlimên kelandî ên sor (ava wê parzinandî û parastî)
3 serî sîr
4 lemon
100 gr şekirê hûr

Şêliman mîna qursikan, gilover û tenik jê bikin û di qetremîsê de bi cî bikin. Paşê sê serî sîr, hur bikin û bavêjin ser şêliman. Ava lemonan bugvêşin, şekirê hur tevlî bikin û li hev bixin. Du îskan ava şêlima berdin nav lemonê. Ava tirşo berdin ser şêliman. Devê qetremîs bigrin û di qeboyekê reş û cemidî de biparêzin.

Taweya Kartolan (4 kes)

700 gr qompîr
2 gêzer
2 pîvazên şîn
2 îsot
2 serî sîr
150 gr navika findeq, fistek û kakilê gwîza
Meydenos
Zeyt
4 hêk

Patatê teze û neqeşartî, li gel gêzeran bi qasî mezinbûna şekrê kûpî, hur bikin. Paşê bi heman pîvanê îsot û pîvazan jî hur bikin. Sîr û meydenoz, ji hev veqetand, hur hurî têxin du siniyên biçûk.

Taweya petate tê de tê sorkirin, divê kur be û binê wê qalind be ku rûn û xwarin zu bi zu binê wê negire, neşewitîne.

Zeyt di taweyê de tê sorkirin. Qompîr û gêzerên hurkirî di nava zeytê de heta rengê nîv sor distîne û nîv nerme dibe, tê qelandin. Paşê îsot û sîr lê zêde dibe. Penc deqê din, navika findeq û kakilên gwîza tevlî dibe. Ji bo xwarin hur nebe, bi hemd û hêdî hêdî tev bidin. Dawiyê, pîvazê şîn û meyedoz lê zêde bikin.

Bi bîbera reş û xwê, li gorî daxwaziya bitamînin. Cara dawiyê tevlî hev bikin, daxînin û deynin ser aliyekê.

Hêkên xwe yek bi yek sor bikin. Pêşî bi qasî 150 gr taweya patate têxin sîniya xwe. Hêka qelandî deynin ser tawê. Şêlimên kesidandî li dora xwarinê bi rêz bikin.

Noşîcan be…

Bu yazı toplam 690 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.