1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Têkiliya bi çandên welêt re û weşanxaneya Nsibin
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Têkiliya bi çandên welêt re û weşanxaneya Nsibin

A+A-

 

Gabar Çiyan

Welatê me, pirçandî û bawerî ye. Ji çand û baweriyên li welêt, Asurî Suryanî û Ermenî xelkên herî qedîm in û dîroka wan li ser xaka bav û kalan, bi qasî a Kurda kevnare ye. Lewra, ew jî mina me zarokên vê xakê ne û xwedî maf in. Di avakirina welêt de keda wan mezin e û her devera ava kirine, navên cewaz li bajar û herêman kirine. Weke mîsal, Betnahrîn, Turabdîn…

Erdên Betnahrînê anku Mezopotamyayê  bi bereket in û ji hêla nirxên sererd û binerd ve dewlemed in. Bala gelek desthilatdar, hêz û çandên cewaz kişandi ne. Di qonaxên dîrokî de ketine ber êrîşên hêzên mezin û kûştin, qirkirin, surgûnkirin û talankirin bûye beşek ji jiyana xelkê. Desthiladarek hatiye û yek çûye. Çandên cuda li wir bi cîh bûne. Hinek ji wan hilîya û winda bû ne, tenê bi şopên xwe ên arkeolojîk, peyv û adetan di nav çandên wir de mane. Ji bilî xelkên qedîm, çand û baweriyên biyanî, Cihû, Ereb û Turk jî ji ber sedemên guhartî hatine û li herêmê bi cîh bûne.

Mixabin e ku li herêmê ji ber siyaseta hişk, aliyê însanî û têkiliyên cîrantiyê qels dibin. Toleransa nav çandên cînar cihê xwe dide hişkî û neteweperestiyê. Çi qedîm, çi biyanî, mirovên ser vê xakê mezin dibin, ne ji bo dostaniyê, lê bi dijîtiyê tên sorkirin. Di şûna em xelkên kevnare êkûdu nas bikin, nêzî hev bibin, pirsgirêkên xwe niqaş bikin û hevkariya me ji hêla xebatên çandî, dîrokî, edebî û ziman ve zêdetir bibe û ji tecrubeyên êkûdu sûdan bigrin, mixabin e ku em dibin xerîbê hev.

Gelo, em ev çandên qedîm çiqasî hev nas dikin? Çend nivîskarên Suryanî, an Ermenî nas dikin? Berhemên wan ên edebî dixwînin û derbarê roman, çîrok û helbestên wan xwedî dîtin in? Ji kîjan hêlan bandora me li êkûdu bûye? Di ziman, çand, edebiyat û baweriyê de têkilî û danûstandina me çiqasî heye? Dîroka me de, neheqiyên bûne çi ne, rûpelên spî û reş çiqas in? Rewşa xebatên edebî û çandî çawa ye? Weşanxaneyên wan di çi rewşê de ne?

Ez îro, bi nivîskar, zimanzan û dîrokzanê Suryanî ê nasdar Jan Bet-Sawoce re bûm. Bet-Sawoce, xwediyê weşanxaneya Nsibin e. Her wiha edîtortiya kovara “Nsibin”ê kiriye. Sala 1985 an, piştî ku ji Midyadê bar kirin, li Swêdê bi karê weşanê mijûl e. Weşanxaneya Nsibin, li ser dîrok, çand, ziman û edebiyata Asurî Suryaniyan gelek kitêp çap kirine. Weke di destpêkê de min qal kir, bandore çandên cînar ji gelek hêlan li hev bûne, di bûyerên dîrokî de rûpelên me ên hevbeş pir in. Lewre kitêbên Nsibin, ne tenê jibo wan, ji bo me kurda jî çavkaniyên giring in.

Jan bi salan li kitêpxaneyên kevnare û zanîngehên li Emerîka, Rûsya,Vatîkan û gelek welatên din geriya, da pey şopa kitêbên li ser herêmê. Hinek wan ji hêla rojhilatnas û dîplomatên wê demê hatine nîvîsîn. Edîtoriya Nsibin, bi salan bi karê peydekirin, wergerandin û çapkirina wan kitêban daket. Orjînala pirtûkan ingilîzî, rûsî û fransî bûn. 40 ji wan wergerandin turkî, 8 swêdî, 23 Suryanî û 1 jî ingilîzî. Weşanxanê, 2 kitêbê rêzimanê suryanî jî belav kiriye.

Edîtortiya weşanxanê, kovara Nsibin jî, di navbera 1987 hetanî 2006 an ji mehê carekê sîstematîk bi turkî û suryanî derxistiye. Tê de, lêkolînên dîrokî, çandî û edebî belav kirine. Ne tenê derbarê suryaniyan, lê belê çandên herêmê jî para xwe ji rûpelên kovarê girtine.

Bet-Sawoce qala çavkaniyên nû dike ku li kitêpxaneyên biyanî peyde kirine. Kitêbên giring ku ji hêla kurda ve nehatine çapkirin. Beşek ji wan kopye kirine û di kitêbxaneya xwe de diparêze. Gazinên wî ji têkiliyên kêm ên weşanxaneyên xelkên cînar hene.

Ji bo ku weşanxaneyên kurda karîbin sudên piralî ji rûpelên hevpar bigrin dive têkiliî, hevdîtin û hevkariya xwe bi weşanxayên xelkên cînar re baştir bikin. Mîna welatê me, pêwîst e di nav weşanên xwe de cî bidin pirçandî û pirzimaniyê. Bi vê yekê, çandên cînar li hev nêzîk bikinû bazara xwe fireh û dewlemend bikin.  

 

Bu yazı toplam 2872 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.