1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Têkiliyên Iraq, Tirkiye û Kurdistanê di metirsiyê de ne
Têkiliyên Iraq, Tirkiye û Kurdistanê di metirsiyê de ne

Têkiliyên Iraq, Tirkiye û Kurdistanê di metirsiyê de ne

Nakokiyên li ser şandin û firotina petrolê di navbera Tirkiye, İraq û Herêma Kurdistanê de egera derketina lihevketinekê li Rojhilata Navîn dixe rojevê.

A+A-

Navenda Nûçeyan

Heta niha ti encameke êrênî ji danûstandinan derneketiye, di dawî de jî dê Tirkiye ligel aliyekî raweste, di demekê de ku Kurd li kiriyarekî ji petrola herêma xwe ya nîv serbixwe re digerin piştî îmzekirina rêkeftinekê ligel Tirkiyê di Mijdara sala borî de. Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî paye bilind ê Bexdayê got: “Mixabin tişta heyî wê yekê nîşan dide ku Enqere rêkeftina xwe ya ligel Kurdan li ser hesabê têkiliyên xwe yên bi Bexdayê re cîbicîh dike.”Ji aliyê xwe ve bazirganên petrolê pêşbînî dikin ku di dawiya vê mehê de rêjeyeke petrolê bê şandin û wiha maqûltir dibînin ku ev şandin bi razîbûna Bexdayê be. Lê pêşbînî tê kirin ku ev yek bê razîbûna Bexdayê bê encamdan. Di vê derbarê de berpirsekî ji Herêma Kurdistanê got: “Evna dê zextê li Bexdayê bike da dest bi danûstandinan bike, li gor me xeta boriya petrolê dê derfetek be ji bo destpêkirina gotûbêjên cidî bo çareserkirina nakokiyên li ser şandina petrolê.”

Li gor raporteka Reutersê, berpirsên Kurd piştrast in ku dê Tirkiyê ligel wan be, herwiha geşbîniya xwe li ser gehiştina rêkeftinekê ligel Bexdayê tînin ziman, lê li wê yekê mikur tên ku çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê gelek zehmet e.Berî niha Tirkiyê dixwest xwe ji van nakokiyan dûr bixe. Di vê derbarê de Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî rojnamevanan re gotibû: “Ew (Hewlêr û Bexda) dê biryarê li ser vê pirsê bidin, ez pêşbînî dikim ku ew dê bigihin rêkeftineke baş.” Tiştê ku Enqere dixwaz ew e hemû alî bigihin rêkeftinekê berî şandina petrola Kurdistanê, lê çavkaniyekê ragihand ku tu rêkeftinek serkeftî nabe û got: “Ez bawer nakim rêkeftineke dem dirêj hebe.”

Herêma Kurdistanê ji sala 1991’ê ve nîv serbixwe ye, lê pişta xwe bi Bexdayê ve girêdide bo bidestxistina budceyê. Lewma Bexda gefa birîna budçeya Kurdistanê dixwe eger herêm petrola xwe bê razîbûna Bexdayê bişîne. Di hundirê vê mehê de Encûmena Wezîrên Iraqê proje-yasaya budceya giştî ya sala 2014an pesend kir û li gor proje-yasayê, eger Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol bi rêya Şirketa Niştimanî ya Petrolê (SOMO) nefiroşe, ji butçeya herêmê tê kêmkirin.

Lê berpirsên Herêma Kurdistanê piştrastin ku ev proje di parlamentoyê de nayê pesend kirin, ji ber ku piraniya parlamenterên Sune û parlamenterên Kurd di civîna parlamentoyê de amade nabin. Ji aliyê xwe berpirsekî paye bilind ê Hewlêrê ragihand ku eger Bexda pişka Kurdistanê kêm bike, gelek kart di dest Herêma Kurdistanê de hene da bi wan bilîze, yek ji wan nehiştina şandina petrolê ji Kerkûkê bo Ceyhanê.’‘Herwiha bijardeyeke din di destê Herêma Kurdistanê de heye û ew jî karta hilbijartina dahatû ya Parlamentoya Iraqê ye, ku pêdiviya Nûrî Malikî bi piştgriya Kurdan heye da careke din bibe Serokwezîr. Derbarê Tirkiyê de jî, dê petrola Herêma Kurdistanê çavkaniyên enerjiyê bo wê bihêz bike, Di vê derbarê de Lêkolînerê Tirk li Peymangeha Washingtonê Soner Cagaptay wiha dibêje: “Giringîdana Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê jeo-polîtîk li piştin. Ji ber hevkariya Tirkiye û Hewlêrê pêgeha Enqerê di qada siyasî de li Bexdayê bihêz dike. Ligel ku Tirkiye dixwaze bi rêya Herêma Kurdistanê proseya aştiyê ligel PKK’ê cîbicîh bike.’‘

 

Bu haber toplam 624 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.