1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. ”Terora Navnetewî” û bûyera Fransayê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

”Terora Navnetewî” û bûyera Fransayê

A+A-

 

Gabar Çiyan

Çend roj berê bûyera li Fransayê; êrîşa li dijî sivîlan, komkûjiya plankirî û hejmarek mirovên brîndar, me xemgîn kir. Peyv nikarîbû êşa dêûbava bihêne zimên, cihê kesên kûştî û windabûna wan dagire, bibe derman, cihê birîn lê, bikewîne.

Gelo sedema bûyerên wiha ji ber çi ye?

Jêdera gelek nakokiyên ku şîdeta siyasî û baweriyê dihêne holê, "TERORA DEWLETÊ" ye. Pêlkirina mafê mirovan, nebûna azadiya hizirkirinê û reva ji niqaşên çareseriyên însanî ye. Ji ber berjewendiyên aborî û alîgirên şer, rêlêgirtina niqaşa Terora Dewletê di Netewên Yekbûyî de ye. Anku ne eşkere kirin, ne binavkirina nakokiyê ye û kêmbûna tedbîran e.

Hişkiya dewletê li dijî hemwelatiyên xwe, ku ji aliyê hikumetan ve bi riyên hiqûqî tên erêkirin, ji çaraseriyê bêhtir, êş û barandina hestiran dihênin holê. Ev metod li derveyî pîvanên demokrasiyê ye û rê li ber diyalogê û çaraseriyên însanî digire. Ev helwêst, di nava civatê de kultura hişkiyê diçîne û fikra azad seqet dike. Di vê çarçovê de, ji hêla dewlet an hêzên din ve, di şûna niqaşa pirsê û peydekirina çareseriyan, ajotina xelkê ber mirîd bûnê û bêdeng kirinê ve, şaş e, civatê kor dike.

Parastina can û malê mirovan, li hemberî hemu cureyên şîdetê giring e û ev wezîfeya Konseya Ewlakariyê a Netewên Yekbûyî ye. Divê Netewên Yekbûyî pirsê bihêne rojeva xwe û ji awirek nû, ji hêla însanî û Terora Dewletê ve jî niqaş bike, tedbîrên giştî bigire û hişkiya dewletan li dijî hemwelatiyên xwe, bi dawî bihêne. Dewlet an rêkxistin, dema di şûna niqaşkirin û peydekirina çareseriyan, çanda mirîditiyê û şehadetê bikin navgîn û berê civatê bidin hişkiyê, divê bên şiyarkirin û şaşitiya wan bi dawî were.

Nîşandana helwêstek rast ji hêla Konseya Ewlekariyê a Netewên Yekbûyî ve, giring e. Girtina tedbîran di çarçoveya "Hiqûqa Navnetewî" û "peymanên Mafê Mirovan" de şert e. Pêwîst e "Dadgeha Cezekirinê a Navnetewî", çalakiyên xwe li dijî rêvebirên dewletan ku rê ji "Terora Dewletê" re vedikin, bi rêk û pêktir û xurtir bike. Lêpirsîn û dadgehkirin wan, di wext û cihê xwe de bihêne pê.

Pir giring e, hêzên ku hişkiyê ji bo çareseriyên siyasî bikar dihênin, bên îknakirin. Nakokî, bi riyên însanî çareser bibin û hişkî bi dawî were.

Divê neyê jibîrkirin: Dewlet dikarin, kom an hêzên şîdetparêz, sucdar nîşan bidin, hişkiya wan ispat bikin û şerê xwe li dijî wan xurtir bikin. Lê mafê ispat, guhdarkirin û cezekirinê ne tenê ji dewletan re ye. Dewlet ne rêkxistinek pîroz e. Dewlet jî dikare şaşîtiyan bike. Hişkiyek bê sînor bikar bihêne, tadeyê li xelkê bike û bi awayek hovane êrîşê bibe ser mafê hemwelatiyan ên demokratîk. Lewra, niqaşa neheqiyên dewletê, eşkerekirina sucê rêvebir û hêzên dewletê, dadgehkirin û cezekirina wan giring e. Şert e.

Bi kin û kurtî, nakokiyên bawerî û siyasî divê bi diyalogê çareser bibin. Hişkî cihê xwe bide tolerans, çareseriyên demokratîk û mafê mirovan.

Jêdera gelek problemên wiha, Terora Dewletê ye. Binavkirin û niqaşa wê giring e. Nedîtin û ne niqaşa pirsê ji ber berjewendiyên aborî şaş e û wê êşên xiraptir bihêne pêşiya mirovahiyê.

Bi vê baweriyê, êşa Parîsê, mîna eşa Şingalê û Kobanî, cihê êşê û xemgîniyê ye. Tevkûjiya mirovên bêsûc û sivîl nayê fêmkirin. Şîdeta wiha bê sînor, birînên mezin û kwîr di laşê mirovahiyê de vedikin.

Çare, demokrasî ye, rêzgirtina mafê mirovan e û tolerans e. 

Bu yazı toplam 699 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.