1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. ”Terorîzma navnetewî” û bûyera Pirsûsê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

”Terorîzma navnetewî” û bûyera Pirsûsê

A+A-

Peyva ”terorîzma navnetewî” çend sal in li Cîhanê ji hêla navendên îstixbaratê, polîsî, ewlekarî û pisporên terorîzmê tê bikaranîn. Ji ber hesasiyet, lêkolîn û kurbûna derbarê mijarê, ”binavkirin”a wê bêhtir, giraniyê didin kes û rêxistinên dikevin vê kategoriyê ye, daxuyanî û îfadeyên terorîstan, nijada wan, şêweyên hişkî û çalakiyan, du rû û du zimaniya wan, sedemên başdarbûnê, kaniyên aboriyê û piştgirê wan...

Terorîzma navnetewî, ji terorîzma klasîk, cuda ye. Ji nijad û perwerda endamên beşdar, hilbijartina çalakî ji bo armancê û helwêsta xwe, cewaz e. Ji bo fêmkirina pirsê, em ji nêz ve li ”IS”ê binêrin:
. Endam, bi giranî ne ji welatekê û neteweyekê ne. Jiyana wan ne di bin tadeyî, zilmê de ye û mafên wan ên însanî nehatiye pêlkirin. Perwerdeya bilind dîtine, çend zimanan zanin, ji hêla teknîk û ragihandinê zîrek in.
. Hilbijartina çalakiyan bo armancê, sînorên hiqûqî û peymanên mafê mirovan nas nake. Bi zanatî û çekên giran, êrîşên dibin ser sivîlan. Gelek kes tên kûştin. Keçan direvînin û wan bikar dihênin. Bi çalakiyên hovane, tirsê dixin nava mirovan, serê êsîran jêdikin. Ji ber pirkûjiyên plankirî û li dijî nijadekê, dibin sucdarên ”şer”, ”sucê însanî” dikin û ”jenosîd”ê dihênin pê. Anku ”Hiquqa Navnetewî” û ”Peymana Mafê Mirovan” binpê dikin.
Çalakiyên wan, li Europayê û gelek welatên din bê hiqûqî didome. Navendên perwerdê ava dikin, şervana kom dikin, şerê qirêj fînanse dikin û welatan tehdît dikin. Bi vê yekê, statu û hebûna Netewên Yekbûyî nas nakin, stabîlbûna gelek welatan têk dibin. Dibin tehdîtek giloverî (global).
. Bêhurmetiya mezin a ”IS”ê, ji helwêsta dagirkeriya wan tê. Kurd, bi gel û baweriyên kevnare li welêt û hêzên xwe ên siyasî, biryara pêşeroja xwe û welatê xwe didin. Lewra dagirkirina welatê Kurda ji aliyê ”IS”ê ve, nayê pejirandin. Ew, bi helwêst û kirina xwe, mîna turk, ereb û farisan dikevin kategoriya dagirkerên Kurdistanê.

Weke tê dîtin, terorîstên kevnare bêhtir ji weletek û nijadekê bûn. Di çalakiyên wan de hişkî hebû, lê hovîtiya wan ne bi dereca ”IS”ê bû. Nestabîlkirina gelek welatan û cîhanê ji xwe re nekiribûn armanc û dagirkerî tune bû. Lê terorîzma nû, li dijî nirxên mirovahiyê ye, hişk e, hov e. Bê şer û planên piralî zû bi zû qels nabe.

Divê rastiyek eşkere bê gotin: Hêzên mîna ”IS”ê di rojek an demek kin de tune nabin. Dîtina pisporan îşaretê pê dike ku, terorîzma navnetewî, tenê bi havkarî û tifaqa navnetewî û saziyên eleqedar, planek hevgirtî lê ji navendên cewaz bêne pê, bi lêdanên eskerî, tedbîrên cidî, qels dibe û dikarin bikevin bin kontrolê.

Welatên hevkar vê kêliyê ji du hêlan ve şerê ”IS” ê dikin: Li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê (Li Europayê…)

Şerê li Kurdistanê kul i dijî ”IS”ê ye, bi hevkarî, tifaqa welatên hevkar re, li başûr û rojavayê Kurdistanê didome. Pêşmerge û gerîla serkevtinên mezin bi dest dixînin.

Gelek endamên ”IS”ê ji Europayê çûne. Hemwelatî ne. Beşek jê, li welatên YE dijîn, cihên perwerdê peyde dikin, şer fînanse dikin û endamên nû dişînin êniya şer. Her wiha, dikarin li wan welatan, dema bixwazin çalakiyên terorî bikin.

Li Europayê, şerek bê deng, li dijî ”IS”ê didome. Cîh û navên wan tespît dikin. Têkiliyên wan bi welat û endamên derve re dibe cihê lêkolînê. Kesên çûne şer tên nasîn û ji bo sedemên beşdarbûnê, axaftinên wan û şêweyê şer bê fêmkirin, dokumentasyona heye xurtir dibe. Ji aliyê aborî ve, zextek mezin xistine ser bankeyan. Çend banke, ji ber ”transfera pera” cezeyên mezin xwarin. Wiha xuyanî dike ku, çavkaniyên ”IS”ê ên aborî ji derve, ketine bin çavdêrî û xeterê. Pêşerojê, kes û welatên alîkarê ”IS”ê dikin jî wê eşkeretir bibin.

Aliyê erênî pir in. Lê xeterên hene divê bê gotin:

”IS”, weke bûyera Amedê, Kobanî û Pirsûsê, bi riya bombeyên zindî ên xwekûjiyê, bi çalakiyên hovane dixwaze tirsê bixe zikê xelkên herêmê û beşek ji kurda. Anku turk, ereb, faris, çand û baweriyên herêmê bitirsînin ku hereketa Kurda, di herêmê de tenê bihêlin, îzole bikin. Paşê jî li Cîhanê tenê bihêlin. Bi bombeyan li civîn, navendên giring û qada xwepêşandanan, qirkirinan bihênin pê. Tevayê Kurdistanê bikin qada şer û ewlekariyê têk bibin.

Tebdîrên bilezûbez lê bi tesîr şert e

Mîna berê, em ê li nasname, ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Piştgirê hereketa netewî bin û hevkariya xwe bi welatên hevkar re, xelk û baweriyên cînar re xurtir bikin. Her wiha, bi xelk û baweriyên kevnare li Kurdistanê, fêrî ”parastina sivîl”î, ji bo parastina can û malê xwe, bibin. Ev yek ne hêsan e, wext digre, lê mûmkûn e.

Li gorî şiroveyên hiqûqî, ji bo parastina can û mal, mirov dikare sucdaran destbidest, bigre, dema pêwîst be, xetera heye ji holê rake. Girtina sucdaran û rakirina xeteran ne suc e, nikare bibe cihê lêpirsîn, girtin û cezekirinê.

Di vê çarçoveyê de, şaredarî dikarin berpirsiyariya xwe firehtir bikin, pisporên parastina sivîl vexwînin bajaran. Li ser ewlekarî û parastina şexsî, niqteyî, navendên taybet û qadan, beşek ji ”mirovên dilxwaz” perwerde bikin. Alavên teknîkî ku qet ne buha ne, nas bikin. Bi vê tedbîrê, çanda hezkirina welat bi ewlekariya herêmê re bikin yek û xeterên çalakiyên ”IS”ê û hêzên xêrnexwaz li Kurdistanê kêmtir dibin.  

Bu yazı toplam 574 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.