• Diyarbakır22 °C
  • Batman24 °C
  • Mardin21 °C
  • Bingöl20 °C
  • Bitlis16 °C
  • Elazığ20 °C
  • Erzincan17 °C
  • Şanlıurfa26 °C
  • Erzurum14 °C
  • Ağrı17 °C
  • Gaziantep22 °C
  • Hakkari13 °C
  • Muş18 °C
  • Siirt21 °C
  • Van13 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Tevgera Goran yekemîn kongreya xwe lidardixe
26 Aralık 2013 Perşembe 12:37

Tevgera Goran yekemîn kongreya xwe lidardixe

Tevgera Goran a ku Noşîrvan Mistefa serokatiya wê dike, li bajarê Hewlêrê yekemîn kongreya xwe lidar dixe. Kongreya Tevgera Goran bi beşdariya hezar û 180 delegeyan dest pê dike.

HEWLÊR– Piştî mûxalifeteke bihêz a li parlamentoya Herêma Kurdistanê, beşdarbûna wê ya li parlamentoya Herêma Kurdistan û Iraqê, Tevgera Goran yekemîn kongreya xwe lidar dixe. Yekemîn kongreya Tevgera Goran di navbera rojên 26-27’ê Kanûnê de tê lidarxistin. 

Dîroka ragihandina Tevgera Goran wekî rêxistinekî siyasî, vedigere 31 Gulana 2010’an. Wê rojê ji aliyê Wezareta Navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi nivîsa hêjmara 13386 destûra fermî wergirt. 
Tevgera Goran heta niha du caran tevlî hilbijartinên Herêma Kurdistanê û carekê jî tevlî hilbijartinên parlamentoya Iraqê bûye. Di hilbijartinên sala 2009’an ên parlamentoya Herêma Kurdistanê de, Tevgera Goran ji 111 kursiyên parlamentoyê 25 kursî wergirt. Wekî koma duyemîn a parlamentoyê, li ser asta Herêma Kurdistanê bû mûxalifeta herî bihêz. Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên sala 2010’an de jî Tevgera Goran, wekî hêza duyemîn a siyasî li Herêma Kurdistanê derket. Li ser asta Iraqê jî 487 hezar û 181 deng bidest xist. Di wê hilbijartinê de 8 kursî bidestxist û bû koma pêncemîn li parlamentoya Iraqê.

Tevgera Goran, di hilbijartinên 21’ê îlona 2013’an de jî ji 111 kursiyên parlamentoya Herêma Kurdistanê 24 kursî bi dest xist û li Herêma Kurdistanê bû hêza duyemîn. Piştî beşdarbûna du hilbijartinên li Herêma Kurdistan û hilbijartinekî Iraqê û dîrokekî 4 salî, Tevgera Goran yekemîn kongreya xwe li dar dixe. Kongre li Salona Se’d Ebdullah a li Hewlêrê dest pê dike û wê du rojan bidome. Tevgera Goran, ji bo yekemîn kongreya xwe ti aliyekî siyasî yê Kurdistan, Iraq û cîhanê venexwendiye. Hezar û 180 delege beşdarî kongreyê dibin. 

Biryare Tevgera Goran di yekemîn kongreya xwe de biryar bide ku hinek baregehên xwe li parêzgeha Dihok û Behdînan zêde bike. Niha 12 navendên Tevgera Goran hene û 4 ji wan li Hewlêrê ne. Di roja yekemîn a kongreyê de, wê raporên 12 navendên Tevgera Goran werin xwendin. Piştre jî wê behsa daxwaz û pêşniyaran were kirin. Piraniya endam û rêveberên Tevgera Goran ji Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) cûda bûne. 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim