Tirbeya Derwêşê Evdî di bin lingên Ereban de
Derwêşê Evdî ku qehremanekî kurd e di mîtolojiyê de, tirbeya wî li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di rewşeke perîşan de ye.
Ew fermandarê êzidî ku li dijî Osmaniyan, Ereban şer kiriye navê wî di gelek pirtûk û stranan de derbes dibe lê niha gundê wî û yên derdorê di destên Ereban de ne.
Peyamnêrê Rûdawê dîmenên tirbeya Derwêşê Evdî ya bêxwedî û hilweşiyayî tomar kir.
Perwer: Divê gav bê avêtin
Hunermenda ji Wêranşarê Gulistan Perwer aciziya xwe nîşan kir û got, “Eger Wêranşar dixwaze xwedî li dîroka xwe derbikeve divê qîmeta qehremanên xwe yê neteweyî bizanin.”
Perwer di derbarê astengiya ereban a ji bo jinûvekirina tirbeyê jî got, “Niha şaredarî di destê Kurdan de ye. Divê gavek bê avêtin. Ku pêwîst bike dive ew bêne cezakirin.”
Bihaneya mizgeftê
Newiyê ji 7emîn nifşa Derwêşê Evdî Alî Yuksel ku li Wêranşarê dijî, da zanîn ku ji bo çêkirina tirbeyê gelek caran hewl dane lê ji ber sedema gundiyan gotine “tirbeyê ji mizgeftê bilintir bibe” hatiye astengkirin.
Yuksel da zanîn ku gundiyan gazinên xwe li dadgehê kirine û gotine, “Pereyê jinûvekirina tirbeyê ji aliyê PKKê ve tê dayîn” ji ber wê jî niha rê nadin ku em tirbeyê çêbikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.