“Tirkiye naxwaze DAIŞ ji holê rabe çimkî ditirse kurd bihêztir bibin!”

“Tirkiye naxwaze DAIŞ ji holê rabe çimkî ditirse kurd bihêztir bibin!”
Jêderekî dîplomatîk ji Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, Tirkiye naxwaze DAIŞ were jinavbirin çimkî ditirse kurd bihêztir bibin!

 

Hewlêr  – Biryar bû sêyemîn civîna çareserkirina aştiyane ya kirîza Sûriyê, ku wek “Jenêv 3” hatiye binavkirin, îro li bajarê Jenêvê yê Swîsra bihata lidarxistin lê tê gotin ku civîn hatiye paşxistin.

Heta niha ti daxuyaniyek li ser çimanî û çawaniya paşxistina civînê nehatiye dayîn.

Lê dîplomatekî amerîkî li ser vê yekê gotiye, du nakokî li pêşiya civîna Jenêv 3 astengiyê çêdikin: Nakokiyên navbera eniya sunnî ya opozîsyona Sûriyê û nakokiyên Amerîka û Rûsya li ser lîsteya wan hêzên ku tevlî civînê dibin.

Wî dîplomatê amerîkî ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ji Reutersê re gotiye, Tirkiye û Amerîka jî li ser tevlîbûna kurdan di civîna Jenêvê de li hev nakin.

Wî rayedarê Wezareta Derve ya Amerîka diyar kiriye ku kurd li pêşiya çareserkirina kirîza Sûriyê asteng in ji ber ku Enqere û Washington li ser Kurdan nakok in.

Tirkiyê beriya niha gotibû, nabe PYD tevlî civîna Jenêv 3 bibe çimkî şirîkê rêjîma sûcdar a Sûriyê ye!

Li gorî dîplomatê amerîkî, Tirkiye naxwaze DAIŞ were jinavbirin çimkî ditirse kurd li Sûriyê bihêztir bibin.

Wî dîplomatê amerîkî her wiha ragihandiye ku kurd li Sûriyê, hevalbendekî sereke yê Amerîka ne lê Tirkiye naxwaze kurd zêdetir pêşde biçin û derbasî rojavayê çemê Ferat bibin. Amerîka jî ji vê siyaseta Tirkiyê nerazî ye, ji ber ku li gorî Amerîka, ti hêzek ji xeynî YPGê nikare rojavayê Ferat ji destê DAIŞê derxîne, lewma alîkarê Serokê Amerîka Joe Biden ji rayedarên Tirk re gotibû, Amerîka dixwaze rojavayê Feratê bi lez were rizgarkirin.

Alîkarê Serokê Amerîka Joe Biden, pêr (23ê vê mehê) serdana Tirkiyê kir û bi Serokwezîr û Serokomarê Tirkiyê re hevdîtin kir.

Biden, piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu re tenê li ser PKKê axivî û got, em jî mîna Tirkiyê, PKK û DAIŞê terorîst dizanin. Lê Biden tiştek li ser YPG û PYDê negot.

Alîkarê Obama, beriya ku serdana Tirkiyê bike, gotibû, PYD û PKK ne yek in û divê ji hev bên veqetandin.

Ji ber van gotinên Biden, Davûtoglu piştî hevdîtina bi wî re çend caran anî ziman ku li gorî Tirkiyê, YPG û PKK û DAIŞ, yek in!(rudaw)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.