• Diyarbakır9 °C
  • Batman12 °C
  • Mardin7 °C
  • Bingöl7 °C
  • Bitlis6 °C
  • Elazığ11 °C
  • Erzincan7 °C
  • Şanlıurfa11 °C
  • Erzurum4 °C
  • Ağrı6 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari4 °C
  • Muş4 °C
  • Siirt9 °C
  • Van8 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Tirkiye ne dihêle Sûrî derbasî Tirkiyê bibin ne jî vegerin Sûriyê!
13 Şubat 2016 Cumartesi 14:34

Tirkiye ne dihêle Sûrî derbasî Tirkiyê bibin ne jî vegerin Sûriyê!

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan serdana penaberên Sûrî yên li ser sînor kir. Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, Tirkiye ne dihêle penaber derbasî Tirkiyê bibin ne jî penaber ji Tirkiyê vegerin Sûriyê.

 

Alîkarê Davûtoglu, Yalçin Akdogan duh çû bajarê Kilîsê û li wir jî çû ser sînor û serdana kampa penaberên Sûrî yên ji ber şer reviyane ser sînor, kir.

Yalçin Akdogan, li wir bertek nîşanî daxwaziyên welatên Ewropî û NY ji bo vekirina sînor kir û got, bila ti kes dersa mirovahiyê nede Tirkiyê.

Peyamnêrê Rûdawê Mihemed Izedîn, ku ev çend roj in çûye ser sînorê Sûriye û Tirkiyê, ragihand, dema Akdogan hat Kilîsê, ne tenê derî ji bo penaberên li ser sînor kom bûne, nehat vekirin lê derî ji bo wan kesên ku dixwastin derbasî Sûriyê bibin jî nehat vekirin.

Izedîn da zanîn ku di nav wan kesên ku dixwastin derbasî Sûriyê bibin, çekdarên Sûrî jî hebûn ku dixwastin vegerin eniyên şer.

Yek ji wan kesan ku xwe wek çekdarê Artêşa Azad a Sûriyê da nasîn, ji Rûdawê re got, em dixwazin vegerin Sûriyê û şer bikin lê Tirkiye nahêle.

Ewropa ji Tirkiyê dixwaze sînorê xwe ji bo penaberên Sûrî veke lê rayedarên Tirkiyê dibêjin, eger em sînor vekin emê bi wan bi otobûsan bişînin Ewropayê!

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim