1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Tirkiye neçar e petrolê ji Kurdistanê bikire’
‘Tirkiye neçar e petrolê ji Kurdistanê bikire’

‘Tirkiye neçar e petrolê ji Kurdistanê bikire’

Li gor pisporên siyasî, beşek ji pirsgirêkên vê dawiyê yên rûbirûyê hikûmeta Recep Tayyip Erdogan bûne, bi şandina petrola Kurdistanê ve girêdayî ne ku tê çaverêkirin bi rêya Tirkiyê bo bazara cîhanê bê şandin.

A+A-

Ligel vêna jî hinek çavdêrên siyasî dibêjin ku rêya takane li pêşiya Tirkiyê kirîna petrola Herêma Kurdistanê ye.

Navenda Nuçeyan - Di çend salên dawî de Tirkiye ber bi welatekî mezin yê pêşesazî û bazirganî ve gavan diavêje, ji ber vê yekê pêdiviya wî welatî bi gaza xwezayî heye û petrol rojane biha dibe, ji ber giraniya bihayê gaza xwezayî ya Rûsyayê û cezayên li ser Îranê, Tirkiye nikare pêdiviyên xwe ji her du çavkaniyên enerjiyê wergire da rewşa enerjiyê li Tirkiyê aram bibe. 

Li gor daneyên Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, rojane pêdiviya Tirkiyê bi 650 hezar bermîl petrol heye, herwiha salane pêdiviya wê bi 45 heta 46 milyar metreqare jî heye ku tenê li Stenbolê ji sedî 11 ji wê rêjeyê tê serfkirin. Ligel vêna jî Wezareta Enerjiyê eşkere kir ku pêdiviya Tirkiyê bi 5 milyar dolar heye heta bikaribe santrala hilgirtina gaza xwezayî ava bike. Van sedeman jî wiha kir ku hikûmeta AKP’ê li çavkaniyên nû yên enerjiyê bigere.

Li gor siyasetmedar û serokê berê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel, çavkaniyên Tirkiyê bo peydakirina enerjiyê kêm in û ji BasNewsê re got: “Tirkiye neçare ku petrolê ji Herêma Kurdistanê bikire, ji ber heta niha cezayên navdewletî yên li ser Îranê nehatine rakirin û petrola Rûsyayê jî biha ye. Çavkaniya herî baş bo Tirkiyê Herêma Kurdistanê ye, bi kirîna petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve dê bandorê li bazara wê herêmê jî bike.”

Li ser pirsa gelo dê çawa Tirkiye bikaribe petrola Herêma Kurdistanê bidest bixe di demekê de ku nakokî di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser vê meseleyê hene?  Bozyel wiha bersiv da: “Pêwîste Tirkiye danûstandian ligel Amerîka bike, da bikaribe bi rêya Amerîka Bexdayê razî bike, ji ber ku pirsa petrolê ne tenê pirseke aborî ye lê ew pirseke siyasî û sitratîjîk e.”

Derbarê pirsgirêkên ku vê dawiyê yê li Tirkiyê derketine, Bozyel got: “Hemû arîşeyên Tirkiyê negirêdayê pirsa kirîna petrol Herêma Kurdistanê ne, bi sedema pirsa Sûriyê, Misir û Îranê nakokî di navbera Amerîka û Tirkiyê de heye. Tirkiye çekan ji Çînê dikire û behsa endamtiya di rêxistina Shanghai de dike. Siyaseta poz bilindî ya Erdogan Tirkiyê ji rojava dûr dixe, lê heta niha nave Erdogan ji aliyê rojava ve nehatiye reş kirin.”

Li gor agahiyên BasNewsê, rêkeftina navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê derbarê petrol û gaza xwezayî de, hê ji aliyê wezaretên peywendîdar ên her du aliyan ve nehatiye îmzekirin. Lê wiha dixwiye rasterast di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Teyuib Erdogan ve hatibe îmze kirin, evna jî tê wê watayê ku Erdogan pêdagir e li ser cîbicîkirina wê rêkeftinê ligel hemû zext û asyengan.

Di vê derbarê de Serokê Navenda Lêkolînên Civakî (Dicle) Mehmet Kaya ji BasNewsê re wiha axifî: “Armanca derxistina van pirsgirêkan mijûlkirina Erdogan û dûrxistina wî ji meydana Rojhilata Navîn e, AKP’ê di dema desthilata xwe de pêngavên girîng di warê demokrasiyê de avêtin, gava herî girîng jî hewldan ji bo çareserkirina pirsa Kurd ligel muxatabên wê Ocalan-Barzanî, lewma hewleke ji bo ragirtina Erdogan di rojevê de ye.”

Bi baweriya Mehmet Kaya, şandina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê bo bazarên cîhanê ne karekî asan e, ligel ku ev kar ne di berjewendiya her du aliyan de ye jî û wiha dibêje: “Ji ber ku siyaseta Tirkiyê derbarê Sûriyê, nakokiyên Hewlêr û Bexdayê, opersayonên 17’ê Kanûnê û Halk Bank ku biryar e dahata petrola Herêma Kurdistanê li wir bê kom kirin, ev hemû nîşana wê yekê ne ku ev kar bi awayekî asanî nayê pêkanîn wek tê pêşbînî kirin.”

Kaya wiha axifî: ‘‘Meseleya şandina petrola Herêma Kurdistanê ne pirsa veguheztinê ye. Pirsgirêk di awayê parvekirina dahata wê de heye. Divê Tirkiye piştgiriya lihevkirina Herêma Kurdistan, Iraq û Amerîka bike. Herwiha hê Tirkiyê nakokiyên xwe ligel Sûriye, Iraq û Îranê çareser nekirine lewma ji her pirseke ku bizane dê kêşeyan ligel Amerîka çêbike, direve.”

 

Bu haber toplam 613 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.