Tirkiye şûna Brîtanyayê nagire

Tirkiye şûna Brîtanyayê nagire
Derketina Brîtanyayê ya ji Yekitiya Ewropayê weke tevahiya dinyayê li Tirkiyê jî bû rojeva sereke.

 


 

Şîrovekarên siyasî dibêjin herçiqas Brîtanya ji bo Yekitiya Ewropayê (YE) welatekî pir giring be jî, bi derketina wê YE belav nabe.


 

Akademîsyen Prof. Bilal Sambur ji Rûdawê re got: "Brîtanya endameke zaf muhîm e ji bo Yekitiya Ewropayê. Lê ji ewil ve tekiliya YE û Brîtanyayê ewqasî ne xweş bû. Lê em nikarin bêjin ku dê Yekitiya Ewropayê wê bilav bibe. Ev ne mesela belavbûnê ye. Lê em dikarin bêjin Yekitiya Ewropa vêga di krîzekê de ye. Lê Mîrnişîniya Yekgirtî ango Brîtanya dê belav bibe."


 

Pispor herwiha dibêjin îddiayên ku Tirkiye dê ji bo Yekitiya Ewropayê li dewsa Brîtanyayê alternatîfek be dûrî rastiyê ne.


 

Serokê Navenda Lêkolînan a Global Suleyman Ozeren got:


 

"Di vê derbarê de hêvîdariyeke balkêş çêbûye. Lê gotinên weke bi derketina Brîtanyayê ji bo Tirkiyeyê kursî vala bû ne rast in. Tirkiyê di warê pêşxistina demokrasiyê de divê hinek gavan biavêje. Eger ku Tirkiye van berpirsiyariyên xwe bi cî bîne hingê dê karibe daxwaza xwe ya endambûnê bi dengekî bilind bi lêv bike."

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.