1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Tirsa ”IS” ê li Ewropayê jî zêde dibe
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Tirsa ”IS” ê li Ewropayê jî zêde dibe

A+A-

 

Çend roj berê, li bajarê Malmoya Swêdê, dema xwepêşandana Kurda û dostên wan, li dijî ”IS”ê- Dewleta Îslamî de, hevalbendên ”IS”ê li ber çavên polîsan, dijpêşandanek bêqanûnî kirin, piştî tehdît û pevçûnxwestinê ji wir çûn.

Di heman demê de, nûçeyek taybetî ku di medya navnetewî de (Sunday Miror, The Guardian û TT) belav dibû, îşaret bi pêşketinek giring, li navenda Europayê dikir. Nûçe, mîna pêlên deryayê ji welatekî derbasî ê din dibû. Li gorî nûçeyê;

Li Bosnayê çalakiyên ”IS”ê pir zêde dibûn. Dewletokên nû li Balkanê ji hêla aborî ve ne dewlemend in, rêkûpêkiya di saziyên dewletê baş tekûz nebû ye, bêkarî pir e, mecalê dide ”IS”ê ku di nav misilmanên wir bibin xwedî bandor. Hêsantir dibe ku ciwanên bêkar û krîmînel tevlî hêza wan bibin .

Tevlîbûna ciwanên ji hêla Balkanê ne bûyerek nû ye. Tê zanîn. Bûyera tirsê çêdike û îdîayên tê kirin, vebûna kampên ”IS”ê li Bosnayê ye. Li kampan peydebûna mecalên perwerdekirina wan e. Organîzekirina çûn û hatina Rojhilata Navîn, Iraq û Suriyê ye.

Şikên tên kirin cîdî ne, mirov dide hizirkirin. Dema wiha bidome, herêma Balkanê dikare bibe navendek ”IS”ê li Europayê, ji bo perwerde, hevdîtin, çûn û hatina Rojhilata Navîn. Her wisa, aboriya ji ser Europayê derbasî Rojhilata Navîn bibe.

Li gorî Sunday Miror li aliyê Osve gelek ji endamên ”IS”ê erd kirî ne. Erd, kirine kamp û endamên wan li wir perwerde dibin. Tenê miha dawiyê, 12 kes, piştî perwerdê, ji bo şer çûne Suriyê. Li gorî raporekê ku li Sarayevo amade bûye, heta niha bi armanca şerkirinê, ji herêmê 200 kes çûne Iraq û Suriyê.

Li gorî The Guardian, li hêla Gornja, Maoca û Dubnica îbadetxaneyên hene bi giştî ji teref welatên xelîcê tên fînansekirin. Li wir helwêstên hişkiyê û tevlîbûna hêzên ekstrêm zêde dibe.

Lêkolîner û pisporên pirsê, hayê xwe ji vê pêşveçûna Balkanê heye. Derbarê nûçeyên belav dibin, ecêpmayî namînin. Cîhadîst, li hêlaBosnayê ji sala 1990 ve bi cîh bûne û ne ecêb e ku li wir karên xwe mezin kiribin, dibêjin.

Li Europayê rewş ev e. Li Kurdistanê jî kêm zêde, dikare xeterek wiha hebe. Îhtîmal û bûyerên hene, şik û tirsên wiha bihêz dikin.

Bûyerên dawiyê li Amed, Kobanî, Pirsûsê û berî wê ên hêla başur, mirov hişyar dike ku, destê ”IS”ê dirêjî Kurdistanê jî bûye, bi alîkariya dewletê, an na, dixwaze Kurdên radîkal tevlî hêza xwe bike. Bi îhtîmalek mezin, dilxwazên wan li bakur, başûr û rojava jî hene.

Europî, demên dawiyê de, piştî xirabûn û hovîtiyên hêza ”IS”ê baştir nas kirin, dixwazin, çalakiyên wan kêmtir bikin, hêz, aborî û çûna ji Europayê kontrol bikin. Kar û xebatek hevbeş di nav welatên EU de heye.

YPG hêza herî mezin e ku êrîşên ”IS” radiwestîne. Gav bi gav, ji xaka Kurdistanê dur dixîne û xetera wan kêmtir dike. Lê êrîşên Turkiyê ên dawiyê dikare bibe alîkarê ”IS”ê. Şerê PKK bi du aliyan re, xwe parastina hêza gerîlayên li hemberî êrîşên Turkiyê û êrîşên ”IS”ê, ne karek hêsan e. Qelsbûna hêza YPG ê, wê xurtbûna ”IS”ê bi xwe re bihêne

Rastiyek heye divê bê gotin. Divê ne tenê Emerîka û Europa vê rastiyekê bibînin. Giring e bi Taybetî Turkiye jî vê rastiyê nas bike:

Hovîtî û terora ”IS”ê nasdar e. Terorîzma nû a navnetewî, bi tedbîrên klasîk nikare bê rawestandin. Mafê mirovan, însanetî û dostanî ji bo terorîzma nû, çîrok in, bê wate ne. Dema hêza Kurda ji ber êrîşên Turkiyê qels bibe û ”IS” pêş bikeve û Kurda bikin qûrban, dê Turkiyê bibe firavîn. Ewropî û Emerîkî jî şîv.

Lewra ”IS” li gelek deverên Ewropayê organîze bûye. Li Balkanê û li gorî îdîayan li Turkiyê kampên xwe hene. Bi qelsbûna Kurda re, trafîka çûn hatinê û peran, di ser Balkan, Turkiyê û Kurdistanê wê hêsantir bibe. Cihên perwerdê, li Europayê, Turkiyê û Kurdistanê zêdetir bibe. A herî balkêş, wê pêla şîdeta ”IS”ê berê xwe bide Europa û Emerîkayê.

Tiştê vê kêliyê dibe, Turkiyê bi hêza xwe, roja qiyameta xwe û welatên hevkar nêzîk dike. Ji me gotin.

 

Bu yazı toplam 539 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.