1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Tomara deng a tometbarê cinayeta Parîsê derket holê
Tomara deng a tometbarê cinayeta Parîsê derket holê

Tomara deng a tometbarê cinayeta Parîsê derket holê

Tomara deng a tohmetbarê kuştina her sê siyasetmedarên jin ên Kurd Omer Guney derket holê ku ligel kesên nasnameya wan nediyar plana cinayetê kiribûn. Kesên Guney dinasin jî dibêjin ku ew dengê wî bi xwe ye.

A+A-

PARÎS -  Di tomara deng de ku şevê din di Youtube de hat belavkirin, Omer Guney ji wan kesên nasnameya wan nediyar re behsa wê yekê dike ka çek ji ku wergirtine û dê cinayetê çawa bike. Piştî belavbûna tomara deng, kesên Omer Gunay dinasin ji BasNewsê re piştrast kirin ku ew deng ê Guney bi xwe ye. Lê çavkaniyên PKK’ê heta niha di vê derbarê de tu daxwiyanî nedane.

Yên ku tomara deng belav kirine dibêjin ku Omer Guney ew tomar teslîmî wan kiriye û eger tiştek were sêrê wî divê ew tomar were belav kirin. Di destpêka tomara deng de behsa têkiliyên Guney û MİT’ê tê kirin û tê gotin ku MİT’ê Guney bikar aniye û li holê hiştine. Di tomara deng de Guney wiha dibêje: ‘’Dema cara yekê çûm ba MİT’ê gotin ku divê tu sirên xwe nede malabata xwe jî.’‘

Omer Guney ku li ser doza kuştina wan hersê jinên Kurd tê darizandin, hemû tawanan red dike. Çavkaniyên mehkemeya Fransayê jî heta niha bi awayekî fermî Guney tawanbar nekirine. Di vê dawiyê de di medya Fransî de behsa têkiliyên Guney ên bi Tirkiyê re tê kirin û hatibû ragehandin ku di telefona Guney de wêneyên endamên komeleya Kurd ên ku hatine jêbirin hebûne.

Bu haber toplam 671 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.