1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. TUHAD-FED: Girtiyên nexweş xeta me ya söre
TUHAD-FED: Girtiyên nexweş xeta me ya söre

TUHAD-FED: Girtiyên nexweş xeta me ya söre

Li Amedê TUHAD-FED'ê berî Civîna Awarte ya Meclîsê di daxûyaniya çapemeniyê de balkişand ser girtiyên nexweş û wiha got: “Divê girtiyên nexweş bêyî bibe qurbana şer û pevçûnên desilatdariya dewleta paralel di demek kurt de serbest bên berdan.”

A+A-


AMED - Federasyona Komeleyên piştevaniya hiqûqê bi malbatên gitiyan re (TUHAD-FED) li Amedê li avahiya Şaxa TUHAD-FED'ê bi 9 komeleyan û 2 nûnerîtiyê re Civîna Awarte ya Meclîsa du mehê pêkanî. Berê ku civîn bê lidarxistin nûnera TUHED-FED a Enqereyê Havva Ozcan daxûyani da çapemeniyê. Ozcan di daxûyaniyê de diyar kir ku şer û pevçûnên hikûmetê û paralel dewletê berdewam dike û li girtîgehan de mirinên girtiyên nexweş berdewam dikin. Ozcan anî ziman ku herî dawîn duh li girtîgeha Bedlîsê girtiyê bi navê Seyîthan Taşkirin qeyrana dil derbaskir û wiha got: "Em wek federayonê polîtîkayên AKP'ê yên rizandin û mişextan ên li ser girtiyên nexweş pêk tê li ser navê girtiyan ji hikûmetêre dibêjin dest ji cezakirina malbatan berde. Disa dilên hiqûqa paralel yên ku bi vîna gel hatin hilbijartin, berdana parlementerên kurd cara dûyemîn hat redkirin. Ev jî dide nîşandin ku dema mijar dibe kurd hiqûq û dadmendî cuda tê pêkanîn." 

Ozcan, bang li hikûmetê kir û wiha got: "Girtiyên nexweş ên ku di sînorê mirinê deye bê ku bibe qurbana şer û pevçûnên desilatdariya dewleta paralel divê di demek kurt de serbest bê berdan. Hevalên meyê girtiyên nexweş xeta me ya sore."

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.