1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Turîzma çandî û dîrokî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Turîzma çandî û dîrokî

A+A-

Diyar e ku, îro roj turîzma tavê û ber deryayê balkêştir e. Lê sektora turîzma çandî û dîrokî jî ne kêmî wê ye û berepêş diçe. Fîrmayên gerê xelkê dikşînin bajar, herêmên dîrokî û kevnare. Mirovahî li xwe, dîrok û çanda kevnare vedigere. Destanên lehengiyê, serpêhatiyên evînî, tamên metbexên cewaz û jiyana guhertî bala wan dikşîne.

Nêzî du mehan li Tora Evdînê, ji awira turîzma çandî û dîrokî kur dibim. Li gelek bajarên Torê geriyam. Bûm mêvanê kesên nasdar, şaredar, dost û nasan.

Çend sal in herêma me ji aliyê turîzma navxweyî û biyanî dibe navendek giring. Gelek turîst tên Torê. Bêhtir li Amed, Mêrdîn, Midyad û Nisêbînê dibin mêvan û digerin. Bajarên Cizîr, Hezex, Stewrê û aliyê Çiyayê Mazî jî balê dikşînin. Hejmara turîstan her sal zêdetir dibe. Turîzm, mecalên nû ji bo kar, çavkaniyên aborî, hevkariya akademisyenan, têkiliyên navnetewî û pêşketina herêmê peyde dike.

Welatê me ji aliyê nirxên dîrokî û çandî dewlemd e. Xweza û hewa wê ji bo pêşketina turîzmê mecalên bêsînor pêşkêş dike. Lê hişkiya dewletê û rewşa polîtîk rêveçûnê bi sînor dike. Kêmbûna planên şaredariyan, şêwirmendî û pisporiya li ser pirsê jî bandorek neyênî dike. Çareserî ne hêsan e, lê pêşniyazên nasên meselê dikarin bibin mijara niqaşê.

Li welêt û derveyî welêt hejmarek baş kurd û xelkên din ji herêmê li ser pirsê xwedî tecrube ne, kar dikin û hayê xwe sektora turîzmê hene. Beşek bi xebatên çandî û dîrokî mijûl in. Divê ew alîkarî û fedekariyê pêşkêşî herêma xwe bikin. Projeyên hevbeş peyde bikin û pêş bixin. Cesaret û hêviyê bidin sermayedarên biyanî û ji herêmê. Bi hevkariya şaredarî û dezgehên civakî rê vekin.

Li herêma me çûn û hatina turîstan zêde dibe. Di vê çarçoveyê de xurtkirina turîzmê pirsek giring e. Divê em bi hev re li çareseriyan bigerin û peyde bikin. Herêma xwe pêş bixînin.  



 

Bu yazı toplam 523 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.