1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Turk: Li Tirkiyeyê çêkirina dîwaran bi rastî jî şerm e
Turk: Li Tirkiyeyê çêkirina dîwaran bi rastî jî şerm e

Turk: Li Tirkiyeyê çêkirina dîwaran bi rastî jî şerm e

Parlamenterê serbixwe yê Mardînê Ahmet Turk der barê dîwarê li sînorê Sûriyê tê çêkirin de wiha got: "Li hemû dinyayê ji bo ku dîwarê li Kudûsê bê rakirin xebat tê kirin, lê mixabin li Tirkiyeyê dîwar tên çêkirin."

A+A-

Parlamenterê Xweser yê Mardînê Ahmet Tûrk der barê dîwarê li sînorê Sûriyê tê çêkirin de wiha got: "Li Berlînê dîwara şermê ji holê rabû. Li hemû dinyayê ji bo ku dîwara li Kudûsê bê rakirin xebat tê kirin, lê îro li Tirkiyeyê çêkirina dîwaran bi rastî jî şerme.

Çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê  ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û piştgiriya BDPyiyan ya ku didin wê jî didome. Ahmet Turk jî çû sînorê Sûriyê û wiha axivî: "Di navbera kurdan de sînorên ku ji nû ve bi dîwaran tên çêkirin ji bo navê Tirkiyeyê tiştekî nebaş e. Polîtikayeke wiha dibe sedem ku hêviyên kurdan ji dewletê bê birîn. Li Berlînê dîwarê şermê ji holê rabû. Li hemû dinyayê ji bo ku dîwara li Kudûsê bê rakirin hewl tê dayîn, lê îro li Tirkiyeyê çêkirina dîwaran bi rastî jî şerme."

Turk wiha pê de çû: "Heke Tirkiye kurdan bi adîlane û wekhev qebûl bike Tirkiye dê biserbikeve û li Rojhilata Navîn dê roleke girîng bilîze. Êdî tu kes nikare bê kurdan li Rojhilata Navîn roleke girîng bilîze û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Ji ber vê em dibêjin poltikayên ku bi çêkirina vê dîwarê ve dest pê kiriye, divê ji holê bên rakirin. Divê kurd û tirkên ku hezaran sal bi hev re jiyane bi projeyeke mirovî ve bên li cem hev." 

(aa)

Bu haber toplam 656 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.