• Diyarbakır7 °C
  • Batman6 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa14 °C
  • Erzurum-6 °C
  • Ağrı-3 °C
  • Gaziantep13 °C
  • Hakkari3 °C
  • Muş-3 °C
  • Siirt9 °C
  • Van0 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Washington piştgiriya civîna Barzanî û Malikî dike
27 Aralık 2013 Cuma 13:25

Washington piştgiriya civîna Barzanî û Malikî dike

Washingtonê kêfxweşiya xwe ji civîna roja çarşemê 25.12.2013’an ya di navbera Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de derbirî.

ABD (Nanvenda Nûçeyan) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê,  Jen Psaki di daxuyaniyekê de ragihand ku ’Amerîka bi awayekî germ pêşwaziya civîna Barzanî û Malikî dike.’ Herwiha xwest gotûbêjên her du aliyan ji bo xweştirkirina jiyana hevwelatiyên Iraqê berdewam bin.

Psaki wiha axivî: “Washington piştgiriya hemû hewldanên aliyan dike ku bighîjin encameke hevbeş  ji bo  zêdetir hinardekirina petrolê û dabeşkirina dahatên wê bi awayekî wekhev di nava xelkê Iraqê de.”

Psakî axaftina wiha berdewam kir: “Divê hemû alî bi awayekî erênî wan civînan binirxînin û civîn pêngavek e ji bo pêşdebirina peywendiyên her du aliyan.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim