1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Wê li Rojava herkes bi zimanê xwe perwerde bibîne
Wê li Rojava herkes bi zimanê xwe perwerde bibîne

Wê li Rojava herkes bi zimanê xwe perwerde bibîne

Endamên Meclîsa Qanûnsazî Demî ya Xweseriya Demokratik yên Jin, diyar kirin ku biryara hevpeymana civakî ya ji bo 3 zimanên fermî ne înkarkirina netew, ziman û zaravayên dine.

A+A-

QAMIŞLO- Jinên Siyasetmedar li ser biryara hevpeymana civakî ku zimanê kurdî, erbî û suryanî  di herêma Cizîrê ji bo  ANHA’ê axifîn. Endamê Meclîa Qanûnsazî ya Demî Xweseriya Demokratîk Rola Helîm destnîşan kir ku biryara Hevpeymana Civakî ya Rojavaya Kurdistan wê zimanên kurdî, erebî û sûryan li herêmê bibin zimanên fermî nayê wê watê ku zimanên din tên înkarkirin. Di Hevpeymaniyê de biryara hemû gelên Rojavaya Kurdistan dikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin.  

Rola Helîm ya ku ji pêkhateya erebe anî ziman ku ew bi xwe jî ji zimanê kurdî û suryanî hezdike û bê ku  li ser hebe dixwazê fêr bibe û got: “Ez ji zimanê kurdî, sûryanî hezdikin û bê ku zorek li ser min hebe ez dixwazim fêr bibim.”

Endama Yekîtiya Jinên Sûryan Nezîra Gewriye jî diyarkir ku tu pirsgirêkên wan bi kêm netewên din re nîn û tenê ji ber ku hijmara wan netewan li herêmê zêde tire zimanê kurdî, sûryanî û erebî bûn, wek  zimanên fermî hatin diyar kirin. Gewriye destnîşan kir ku zimanê Sûryanî zimanê resene, Asûrî û Keldanî zaravayên zimanê Sûryaniye û wiha got: “ Çawa zaravayên zimanê kurdî hene zaravayên zimanê sûryanî jî asûrî û keldanî ye, ji ber vê di nava gelê me de ev yek nebe pirsgirêk û eger ev zarava jî bixwazin bi zaravayên xwe perwerdê bibînin tu astengiyan re rû bi rû namînin.”

Di heman demê de Seroka Însiyatîva Jinên Sûriyê Siyam Dawûd jî diyar kir ku di biryarê de jî diyare ku hemû kêm netewên din jî dikarin, bi  zimanê xwe biparêzîn û bikar bînin. Dawid destnîşankir ku Asûrî, Keldanî û Aramî zaravayên zimanên Suryanîn e.

Bu haber toplam 690 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.