1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Wefata henekbêjê hêja Şexo Dîno
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Wefata henekbêjê hêja Şexo Dîno

A+A-

 

Heçî bajarî ne, bêhtir li navenda bajarê Mêrdîn, Nisêbîn û Midyadê dijîn. Nijada xwe pirçandî ne. Ne ji ereb, kurd, turk, ermenî, ezdî an jî suryaniya ne. Dema li hesabê wan tê, keç dane êkudu, xwîna wan bûye yek û merivantiya nav wan qewîn e. Erebiya herêmî, ku di nav de peyvên suryanî, kurdî, ermenî û turkî pir in, li gorî dilê xwe ditewînin, nazik û nazdar dikin û pê diaxivin.

Salên xelkê jiyana xwe bêtir li gunda didomand, ew ji bajêr û bajarî bûn. Wan xwe xwende û zana dihejmart, hinek ji wan tacir û beşek jî karmendên dewletê bûn. Jin û qîzên wan, bi cilên xwe ên modern, qapqapkên (qondire) kabik bilind, bêhna berûbeden û pora bi sabûna zeytil-xar û gulavê şûştî, zîrekbûna karê metbex û axavtina nazik û nerm, bala mirovan dikşandin. Ji gundiyên bar dikirin bajêr û ji bo pêşketina bajêr di gundîtiyê de israr dikirin û nedibûn bajarî, hes ne dikirin û bi çavekî nizm li wan dinêrîn. Tadeyiya wan, eşkere û an sergirtî li kurda, bi taybetî gundiyan pir dibû.

Evdilqadir Paşa, Yildirim û Yeni Turan sê taxên giring û navendî ên bajarê Nisêbîna berî salên1980 î bûn. Desthilatdariya bajariyan, li wan taxan zêdetir xuyanî dikir. Lê xelkê taxa Qijlê (Kişla) berevajiyê wan, bi adet, tore, zimanê xwe jiyana xwe didomandin. Wir mîna taxek e serbixwe xuyanî dikir. Malbatên ku ji gundên cewaz ber pirsgirêkên eşîrtî, xwînî, hejartî, zilmê bar dikirin, li deverên bi sitar û ewle digeriyan, berê xwe didan Nisêbînê, taxa Qijlê. Omerî, Bohtiyên Sêrtê, Dêrikiyên ji Çiyayî Mazî, Hebizbinî, Qereçên (Roman) kurd, Mitirb ûhwd bibûn rengên bingehîn ên taxê…

Piştî 1965 an, bi mezinbûn û zêdebûna hejmara xelkê re, fikra xwe parastin û biçekirina şexsî, cihê xwe dida, tifaq û yekîtiya li Qijlê. Pirsa pêkanîna taxek bi ewle û sitar ji bo rûniştvanên wir giringtir dibû. Bi hilbijartina muxtarê nû û heyeta rihsipiyan re, karê wan rêkûpêktir û hêsantir bibû. Çavdêriya taxê cidîtir dihate dîtin. Çûn û hatina kesên biyanî ketibûn bin kontrolê. Nakokî niqaş dikirin û çaraseriyên însanî peyde dikirin. Her wiha bend dibû zirxek cidî li hemberî bajariyan.

Taxa Qijlê tixûbê xwe, ji qehwexaneya Qopiro, ber kanala bexçeya Nafido û sînema zarokên Şêxo Şentil Hafa dest pê dikir. Di ser nanpêjxaneya Cemîl Xencero, mala Şêxo Dîno, Ehmed Xifşê, Heçikçiko, Emer Pinê, Hesenê Eloka, Qîqîyo û Keftaro dirêjî dehla Mala Hemo dibû. Ji wir xwe berdida aliyê bîrika, nik dibistana Devrîmê, nêzî mala Karûş. Paşê silavek dida Sovî Incas, lawê wî Hitiko û Xezebo, Şêxo Bêzo, malbata Piftî, birakê Dîk û li hêla mala Ata Mûto dizîvirî û li ber dikana Fethoyê tabûtçî bi dawî dihat.

Tax, mîna mirov gundekî li bajêr ava bike, formê xwe distand. Li kolanan, dîk û mirîşk, pisîk û golik dibeziyan. Bi qirşikên pembo tenûrên xwe germ dikirin û xwe li ser tifikên agirê xwe ji tepikan serûpê dikelandin. Beşek ji xelkê, erdên nêzî taxê deman dikirin. Li wir bi bexçevanî û beşê din jî bi xwedîkirina pez mijûl dibûn. Hejmarek kes, qeçaxî dikir. Ji serxetê, ser erdê bi mayînan çandî re derbasî hêla binya xetê dibûn. Mal dibirin û dihanîn.

Hinek ji hêla aborî ve bi hêz bibûn. Dikanên li bajêr dikirîn, karên xwe mezintir dikirin. Hayê dewletê ji taxê û karê keçaxê hebû. Zilma li ser sînor û sûka keçaxçiyan dihatin rojeva bajêr. Lê piştî dikanên wan bûn ticaretxane û baca xwe didan, wezîfedar jî bêdeng dibûn.

Wextê rewşa xelkê ji hêla aborî ve baştir bû, çareseriya pirsgirêkên wan li gundên jê hatibûn, dibûn cihê niqaşê. Çûn û hatin dest pê kir û gelek pirsên xwînê bi diyalog û aştiyê çaraser kirin.

Tax, ne tenê ji rûniştvanê Qijlê re, lê piştî salên 70 î hemêza xwe ji şiyarbûna ciwanan û karê çandî re vekir. 75 an pê ve li tevayên taxên bajêr hejmara kurda zêdetir bibû. Kesên mîna Mûsa Anter û Zibêyr Yildirim dibûn çira û ronahî belav dikirin. Ciwanên taxê di komelên legal de bi xebatên çandî mijûl dibûn. Heskirina netew û zimanê xwe xurt dibû û rengê xwe dida niqaşên rengîn li qehwexane, dibistan û şahiyan. Taxa Qijlê hêza xwe ji yekîtî û tifaqê girtibû. Tev bi saya diyalog û hevfêmkirina êkûdu hatibû pê. Şîdet û hişkiya navxweyî nedihat pejirandin. Ew tore hetanî sala 78 an domiya.

Erê qedexeya ziman û xebatên çandî hebû. Lê bi sînor be jî, kar û xebat dihatin kirin. Bandora çanda bajêr li gelek kesên nasdar ku îro di edebiyat, huner û siyasetê de xwedî gotin in, bûye.

Apê Şexmûs, Şeymus Duman, anku bi navê xwe î nasdar, Şêxo Dîno”, yek ji wan kesê pêşî bû ku di avakirina tifaqa taxa Qijlê de rol lîstiye. Bi şîret û tebîniyên xwe, rê nîşanî ciwanên taxê dida. Dostê dostê xwe bû. Şîretên xwe nûkteyî bûn, bi pêkenok, an serphatiyek e komîk dihonand û dihanî zimên. Mirov ji sohbeta wî têr nedibû.

Bavê min, bi bazirganiyê mijûl dibû. Malê xwarinê difrot dikandaran. ”Şêxo Dîno, ji kesên bêaqil, hêrs dibe. Ew, bi aqil û zîrek e. Dost e, mîna zêr e, qet xirap nabe. Mirovek lê hêja ye”, digot, bavê min. Bi rastî jî wiha bû. Kêfa me pir jê re dihat, ez û zarokên wî weke bira, li heman tax û kolanan mezin bûn.

Min, cara dawî wî li parka bajêr dîtibû. Ez çûm cem wî û em rûniştin. Ji dîtîna min pir kêfxweş bibû. Zanîbû ez bi rojnamevaniyê mijûl im. Lê ji ticaretê jî haydar im. Dawiya sohbetê wiha gotibû: - Heçî hûn, ên li derve, li Europayê dijîn, şîreta min bikin guhar biêxin guhên

xwe. Tenûr bi tir û fisan germ nabe. Nisêbînê tenê bi peyvên siyasî û ên xweş pêş de naçe û ava nabe. Pêwîstiya bajêr, bi kaniyên nû ên aboriyê û fikrên nû ên bazirganiyê heye. Dema hûn bên serdana welatê xwe û ez heqê çay û qehweya bidim, eybek mezin e. Wê wextê qet mezîvirin û meyên Nisêbînê baştir e. Min fêm bikin û hew!

Ez îro apê Şêxmûs baştir fêm dikim.

Apê Şexmûs, rojekê hat komela Kawayiyan (Dengê Kawa) û rûnişt. Temo û Guro, ”teoriya sê dinya” Mao Tsetung niqaş dikirin. Kesên li wir bi baldarî li wan guhdarî dikirin. Lê çend kesan niqaşa wan fêm dikir, ne diyar bû. Qala çi dikin, mijar li ser çi bû, zêde li hesabê Şemo û Dolmîşo nedihat. Apê Şexmûs rabû ser xwe û bi hêrs derket derve û bi xwe re, hinekî bi hêrs û ecêp mayî axivî: - Her sê kitêbên Xwedê û pêxemberên wî, tenê qala du dinya, dinya û axretê dikin. Temo û Guroyê mitirb, ji me re dinyake nû peyde kirin. Em bi kerî her du dinya nayên, wan yek din lê zêde kir. Bi telaq van Kawaciyan serê xwe xwariye, ji min dîntir in. Lê eyba taxa me ne, em naxwazin eşkere bêjin û hew.

Belê du roj berê, apê Şexmûs wefat kir. Bê guman, ku cihê wî û valabûna li pey xwe hiştiye, qet nikare bête dagirtin. Nisêbîna rengîn, pirtûkxaneyekî zindî li ser dîroka herêmê û henekbêjekî giranbuha, Şehmus Duman winda kir. Bila serê malbata wî sax be. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike û cihê wî bihuşta rengîn be.

 

Bu yazı toplam 938 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.