• Diyarbakır18 °C
  • Batman15 °C
  • Mardin15 °C
  • Bingöl13 °C
  • Bitlis9 °C
  • Elazığ13 °C
  • Erzincan11 °C
  • Şanlıurfa19 °C
  • Erzurum7 °C
  • Ağrı11 °C
  • Gaziantep16 °C
  • Hakkari10 °C
  • Muş9 °C
  • Siirt13 °C
  • Van10 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Wezareta Petrolê ya Iraqê pişka gaza Kurdistanê dibire
25 Aralık 2013 Çarşamba 13:17

Wezareta Petrolê ya Iraqê pişka gaza Kurdistanê dibire

Wezareta Petrolê ya Iraqê ji rêkeftineke xwe ya 3 sal berê poşman bû û beşeke gelek a pişka gaza Herêma Kurdistanê kêm kir.

HEWLÊR (Navenda Nûçeyan) - Rêveberê Kargeha Gazê ya Hewlêrê ragihand ku ji berpirsên Wezareta Petrolê re gotine, kêşeya siyasetê nexin nav meseleyên rêkeftina teknîkî.
 
Bextiyar Ebdulla Pişderî yê Rêveberê Kargeha Gazê ya Hewlêrê, ji BasNewsê re ragihand ku ji destpêka vê mehê Bexdayê beşa gaza Herêma Kurdistanê kêm kiriye.
 
Pişderî wiha axivî: “Ji ber ku demsala zivistanê ye, divê Bexda rojane 300 ton gazê ji me re bişîne, lê bi biryareke Wezareta Petrolê ya Iraqê ji Kerkûkê 200 tonî ji me re dişînin, bi heman awayî 70 ton ji Duhokê û 100 ton jî ji Silêmaniyê hatiye kêmkirin.
 
Kargeha Gazê ya Hewlêrê, sala 1991ê hatiye avakirin û ji xeynî dabînkirina gazê bo hevwelatiyan û saziyên fermî, gazê bi ser 19 kargehên taybet de dabeş dike.
 
Pişderî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Ji ber ku li Kurdistanê gaz tê çêkirin, ji ber vê jî li Hewlêrê kêşeya nebûna gazê çênebûye. Ji bo tijekirina pişka ku Bexdayê ji me birriye, em pişta xwe bi berhemên navxweyî girêdidin. Ji ber ku li Palavgeha Kewirgoskê rojane 60 heya 80 ton gaz tê hilberandin; ji ber vê jî kêşeya nebûna gazê li Hewlêrê pêk nehatiye.
 
Pişderî herwiha ragehand ku digel Bexdayê pişka gaza Herêma Kurdistanê birriye lê di buhayê bitleke gazê de guhertin çênebûne û bi 6 hezar dînaran dighîje dest welatiyan û li bazarên reş û fermî jî buhayê gazê yek e.
 
Girêbestên petrolê yên ligel Tirkiyeyê yek ji sedemên birrîna gaza Herêma Kurdistanê ye 

 

Li gor çavdêran kêmkirina pişka gaza Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, beşek ji zextên Bexdayê bo ser Herêma Kurdistanê ye, bi taybetî piştî girêbestên petrolê bi Tirkiyeyê re.
 
Pişderî bal kişand ser wê yekê ku wan ji Wezareta Petrolê ya Iraqê xwestiye meseleya siyasetê têkelî kêşeyên teknîkî nekin, ji ber ku rêkeftin li ser hatine kirin.
 
Herwiha got: “Berî bi sê salan me wek sê parêzgehên Herêma Kurdistanê û Kerkûk jî pê re, ligel Wezareta Petrolê û Palavgeha Bêcî û Palavgeha Gaza Şîmal li Kerkûkê rêkeftin çêkiriye. Li gor vê rekeftina hatî morkirin, divê ji sedî 20ê gaza hatî hilberandin ya Kerkûkê bo Hewlêrê be, lê wan pişka gaza Kurdistanê birriye.
 
Derbarê ragirtina pişka gaza Hewlêr û Herêma Kurdistanê de jî Pişderî wiha axivî: “Niha 200 ton ji bo Hewlêrê tê, hinceta wan ew e ku em li Herêma Kurdistanê gazê hildiberînin, ji ber vê jî tenê 100 ton ji Hewlêrê hatiye birrîn. Lê Wezareta Petrolê dixwest her 200 tonî jî bibirre.”
 
Rêveberê Kargeha Gazê ya Hewlêrê ragihand ku li Hewlêrê rojane nêzî 24 hezar bitlên gazê li kargeha wan tê tijekirin û ji bo welatiyan tê veguhestin.
 
Navborî got ku pêdiviya hemû Herêma Kurdistanê bi 750 tonên  gazê heye, lê Bexda kêmtirî 500 tonî ji me re dişîne û 250 tonê ku ji Kerkûkê hatiye birrîn car din bo Bexdayê dişînin.
 
Wezareta Petrolê ya Iraqê, salan e 140 milyon bitlên gaze hildiberîne û di vê mehê de pişka Herêma Kurdistanê ji sedî 33 kêm kiriye.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim