1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Wezîra Maliyeyê: Em ê aboriya gel pêş bixin
Wezîra Maliyeyê: Em ê aboriya gel pêş bixin

Wezîra Maliyeyê: Em ê aboriya gel pêş bixin

Seroka Desteya Maliyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Remziyê Mihemed diyar kir ku siyaseta maliyetê dê li gorî xizmeta gel be.

A+A-

Remziye Mehemed got ku ew ê di demeke nêz de bi projeyên biçûk dest bi xebatê bikin.

 

QAMIŞLO– Seroka Desteya Maliyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Remziye Mihemed derbarê şêwaz û siyaseta karê wezaretê de ji ANHA’yê re axivî. Remziye Mehemed diyar kir ku ew wekî Desteya Maliyê dê ji bo diyarkirina budçeya giştî ya rêveberiyê bixebitin. Remziye Mehemed anî ziman ku ew ê budçeyên 22 wezaretan diyar bikin, lê ji ber rewşa awarte ya ku herêm tê de derbas dibe, ew ê destpêkê li budçeya Desteya Ewlehiyê rawestin.

Wezîra Maliyeyê Remziye Mehemed destnîşan kir ku desteya wa nû ye, lê ji bo ku gel ji aloziya aborî derbixin, ew ê hewil didin ku pilan û projeyên aborî pêş bixin. Remziye Mehemed got ku ew ê bi projeyên biçûk dest bi xebatê bikin û di demeke nêz de ji bo xizmeta gel, dest bi projeyên biçûk bikin.

Remziya Mihemed diyar kir ku karê wan tenê li ser jêderên gumrikê tê meşandin. Remziya Mihemed destnîşan kir ku hemû rê û deriyên sînor ên herêma Cizîrê girtî ne, lewre jî gelek astengiyan dikişînin û wiha dom kir: “Beriya niha di navbera bajarê Qamişlo û Niseybînê de deriyê sînor vekirî bû û tevgereke mezin di navbera herdu bajaran de hebû, her wiha di vir re alîkariyên mirovî dihatin derbaskirin. Lê niha hemû deriyên sînor hatine girtin, deriyê sînor ê Til Koçer jî nehat aktîfkirin.”

Derbarê projeyên ku dê werin meşandin de jî Remziye ev agahî dan: “Beriya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were îlankirin jî ji bo projeyên aborî hin amadekarî hebûn. Bi taybetî amadekariyên jinan hebûn. Em niha hewl didin van projeyan mezin û berfireh bikin.”

Remziye Mehemed bibîr xist ku yek ji çavkaniyên aborî yên herêmê jî berhemên binerd in û wiha dom kir: “Heta niha rêjîmên desthilatdar ev yek wekî malê xwe yê taybet didît û li dijî gel bikar di anîn. Gel ji van hemuyan bê par dima. Lê ev berhem hemû malê gel in. 

 

Bu haber toplam 902 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.