• Diyarbakır21 °C
  • Batman18 °C
  • Mardin27 °C
  • Bingöl14 °C
  • Bitlis11 °C
  • Elazığ17 °C
  • Erzincan11 °C
  • Şanlıurfa26 °C
  • Erzurum9 °C
  • Ağrı10 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari14 °C
  • Muş12 °C
  • Siirt18 °C
  • Van14 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Xeyala Parazvanê mafê mirovan ên Rojava
25 Aralık 2013 Çarşamba 12:57

Xeyala Parazvanê mafê mirovan ên Rojava

Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan a Rojava yê Kurdistanê Abdulbakî Îbrahîm: "Hêviya me heye. Emê li Rojava bêyî ku cudahî, reng, nijad û hemzayendiyê li Rojhilata Navîn tevgera mafê mirovan a bi mînak ava bikin."

 

Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan a Rojava yê Kurdistanê Abdulbakî Îbrahîm ku li Rojava binpêkirina mafan di şopand diyar kir ku di demak kurt de "Konferansa Mafê Mirovan" pêkanîn û armanc dikin ku li hemû bajarên Rojava Şaxên xwe vekin û wiha got: "Hêviya me heye. Emê li Rojava bêyî ku cudahî, reng, nijad û hemzayendiyê li Rojhilata Navîn tevgera mafê mirovan a bi mînak ava bikin."

AMED - Komeleya Mafê Mirovan a Rojava yê Kurdistanê ya ku di 1'ê Pûşperê de li bajarê Qamişloyê hatibû damezrandin, li Rojava binpêkirina mafên mirovan dişopînin. Komeleya ku di nava demek kurt de "Konferansa Mafê Mirovan" pêkanîn û plan dikin ku li hemû bajajên Rojava Şaxên xwe vekin û bi mebesta ku ji ceribandinê cuda sud werbigre bi Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) re û gelek dam û dezgehên ku di warê mafê mirovan de xebatkirin, tekîli danî û lêkolîn kir. Rêveberê Komeleyê Abdulbakî Îbrahîm der barê pêvajoya damezrandina komeleyê û xebatên komeleyê de agahida û ew dixwazin ku li Rojava bê ku cudahî, reng, nijad, û hemzayendiyê li Rojhilata Navîn de tevgera mafê mirovan a bi mînak avabikin. 

'Emê li hemû bajarên Rojava şaxên xwe vekirin'

Îbrahîm diyar kir ku di salên 2000'î de rejîme Sûriyeyê derfet ne dida ku parastina mafê mirovan, pêşbixe û biparêze û bikurtî behsa diroka mafê mirovan a pêş damezrandina komeleyê kir. Îbrahîm anî ziman ku berê salên 2000'î derfetên xebatan nedihat dayîn lê bi derdorên partiyên siyasî yên bi navê "bahara erebî" û hinek kesayetiyan re komek avakiribûn û der barê mafê mirovan de xebat kiribûn û wiha got: "Lê xebatên ku me wê demê dimeşand di asta ku besiv bide pêdiviyan de nebû. Ji xwe piştî wî xebatên ku meyê bi bonador çênebû. Piştî wî komeleyek bi navê MAD hat vekirin lê xebatê wî komeleyê jî lawaz bû." Îbrahîm diyar kir ku piştî şoreşa Rojava pêdivî bi komelek bi vî rengî ditiye û di 1'ê Pûşperê de li bajarê Qamişloyê komeleya bi navê "Komeleya Mafê Mirovan a Rojava yê Kurdistanê" avakirine û wiha got: "Emê di demek kurt de dê konferansek pêkbînin û li bajarên din jî şaxên xwe ve kin." 

'Serê mirovan jê kirin, petrol şewitandin'

Îbrahîm anî ziman ku bi damezrandina komeleyê re dest bi xebatên der barê binpêkirina mafê mirovan kirine û wiha got: "Di nava 2 salên dawîn de der barê mafê mirovan de gelek binpêkirina mafan pêkhat û gelek mirov mexdûr bûn. buyerên wek destdirêjî, destavêtin, revandin û qetilkirin pêk hat. serê mirovan jêkirin, mirov bi petrolê şewitandin. Ev di arşîvên mede heye." Îbrahîm anî ziman ku binpêkirina mafan yên ku pêkhat hemû nehat tomarkirin û ji ber vê yekê pêdivîya wan bi avakirina komeleyê çêbûye û wiha got: "Lê dam û dezgehek ku van binpêkirina bi şopine nîne. Lê piştê şoreşê dema ku şert û merc hatin avakirin me derfet dit ku em dest bi avakirina komeleyan bikin."

'Emdamên El-Kaîdekyê tecawizê jinan kiribûn' 

Îbrahîm derbarê şert û mercên xebatan de û rêbazan de agahida û diyar kir ku der barê binpêkirê mafan yên ku agahi girtinin de lêkolîn kirine û lêkolînên ku kirine tomarkirine û wiha got: "Bin pêkirina Mafan çawa pêktê? Li hemberê Rojava Êrişên mezin pêkhat. Kê ev kirin? El-Kaîde, El-Nusra bi rêbaza tundî û zordariyan êriş pêkanîn. Dema gund û bajar hatin rizgarkirin şandeyên me li herê mê lêkolîn kirin wek mînak dema ku Til Koçer rizgar bû me şandeyek avakirin û em çûn gundan. Em li 33 gundan geriyan û der barê binpêkirina mafan de me lêkolîn kir. Me bi mirovan re hevdîtin pêk anîn, mal hatibûn hilweşandin û mirov hatibûn qetilkirin. Endamên El-Kaîdeyê malên welatiyan ji xwere kiribûn stargeh, wek cebilxane û artêşgeh. Tecawizê jinan kiribûn. Di hevdîtinên ku mekirin de ev ji mere hatin gotin."

'Em binpêkirinên ku li hemû qadan lêkolîn dikin'

Îbrahîm diyar kir ku pêwîste mafê mirovan ji bo hemû kesî bi bê cudahî pêkbê û diyar kir ku dixwazin ku him di qadên asayişê him jî li qadên çeteyan binpêkirina mafan bişopînin. Îbarahîm anî ziman ku ji ber ku ewlehiya wan nîne nikarin biçin qadên komên çete û rewşa mirovên ku hatinê revandin de lêkolîn bikin di wî waride tên astengkirin û wiha got: "Em xwe nagihînin qadên El-kaîde. Ger em herin dibe ku em carek din venegerin. Lê em dikarin herin asayîşên xwe. Em li xebatên ku li vir dimeşîn de encam digrin. Gel serî li me didin em jî ji asayîşên vir di pirsin ' we kes girtine binçav serlêdanê mekirine' ev jî bersivê dide me û derbarê mijarê de agahiyan didin me. Carnan ji aliyê asayişê de binpêkirina mafan rû dide dema ku gelek girîng be em bi raya giştîre pardikin."

'Em diwazin di Rojhilata Navîn de tevgera mafê mirovan a mînek damezrîne'

Îbrahîm diyar kir ku ji ber ku saziyek nû ne di qada navnetewî de di aste ku dixwazin de nîne û wiha got: "Saziya me ev 6 mehe hatî avakirin û nûye. Tekîliyên meyê navnetewî hêj di aste ku em dixwazin de pêş neketî." Îbrahîm diyar kir ku ev demeke li herêmêne bi Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) re lêkolîna demişînin û wiha got: "Ji bo me saziya herî ceribandin saziya ÎHD'ê bû. Me bûyerên vi lêkolîn kir û ji bo me bû ceribandinek. Hêviya me heye; Emê li Rojava bê ku cudahî, reng, nijad, û hemzayendiyê li Rojhilata Navîn tevgera mafê mirovan a bi mînak avabikin." 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim