Xurmatû: Kurd agahdariya dawî didin milîsên Şîaa

Xurmatû: Kurd agahdariya dawî didin milîsên Şîaa
Bi mebesta danîna sînorekî ji kiryarên milîsên Şîaa li qeza Xurmatû duh 29 Hizêranê civînek taybet di navbera rêveberiya qeza û berpirsê bazinê Hemrîn yê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê YNKê û berpirsê eniya Xurmatû yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û berpi

Xurmatû: Kurd agahdariya dawî didin milîsên Şîaa

Bi mebesta danîna sînorekî ji kiryarên milîsên Şîaa li qeza Xurmatû duh 29 Hizêranê civînek taybet di navbera rêveberiya qeza û berpirsê bazinê Hemrîn yê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê YNKê û berpirsê eniya Xurmatû yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û berpirsên milîsên Şîaa birêveçû.


Di cvînê de agahdariya dawî bo milîsên Şîaa hat dan ku heger ew pêngavên erênî navêjin ev civîn dê civîna dawî be li gel wan û bidûve divê çekdarên wan ji gundên Yengîce û Selam vekşin.Li gorî zaniyariyên ku ji çavkaniyek taybet bi dest BasNews ketine: “Di civînê de berpirsên Kurd bi tûndî li gel berpirsên Şîaa axifîne û ew agahdar kirine ku heger ew gavên erênî navêjin wê ev civîna dawî be li gel wan.”Li gorî zaniyariyên BasNews “Berpirsê Hêzên Pêşmerge li eniya Xurmatû biryar daye ku hemi hêza xwe ji gundên Êngîce û Selam vekşînin û tang û topên xwe bibin duriyana gundê Êngîce.”


Li gorî çavkaniya BasNes: “Heger di heyamê 15 rojan de aramî bo navçeyê venegere û ew kesên ku destdirêjî li dijî karkirên Kurd di kargehek Bilokan de neyên teslîmkirin bo yasa wê kurd wê deverê bi cîbihêlin û hêzên xwe jê vekşînin û ji Şîaa re valabikin.(basnews)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.