1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Xwarina bahar û havînê: Salete
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Xwarina bahar û havînê: Salete

A+A-

 

Pêşketina teknîkê bi qasî rehetiyê û xweşiyê, nerehetî û nexweşiyan jî bi xwe re dihêne. Karên ser masê û rûniştina li ber kompîturê, bandorên neyênî li çav, dil, rûh û bedena mirovan dike. Hekîm, pirsê bi çûn û hatina kêm û meşa bi sînor, zêdebûna rûn û şekirê di laş de girê didin. Di encamê de, qelewbûn û nexweşiyê pê ve girêdayî peyde dibin.

Divê mirov, bi qasî çalakiya rojane, hay ji xwarin û vexwarina xwe jî bike. Bi nefsa xwe karîbe. Bi taybetî bahar û havînê de, xwarinên hevîrî, şêranî û goştê sor kêm bike, cî bide şînayî û fêkî. Di çêkirina xwarinan de, şûna rûnê malê û nebat de, zeytê bikar bihêne.

Qonaxa nû bandorên erênî li metbexên cîhanê dike. Ji bo kêmkirina rûnên bi xeter, şekir, hevîrê spî û bihêzkirina bedenê, cureyên nû peyde dikin. Bi nanê reş, savar, an jî makerona reş re, şiklê çêkirina saleteyan zêdetir dibin. Dibin firavîn û şîv.

Bêguman e ku saleteya herî tê xwarin, ya bi goşt e. Bi goştê spî, yê mirişk an elokan. Anjî yê sor, pez û dewara tê amadekirin. Goştê kelandî, an ji ber xwarina êvarê mayî, tê hurkirin. Tevlî şînayiyê, xes, xiyar, frengî, îsot, tivir, gwîz û meydenosê dikin. Piştî tamdayîna bi zeyt û mastê bisîr, bi nanê reş yê teze re tê xwarin.

Lê saleteya bi masiyan ya herî balkêş e. Ji heftê du-sê caran divê bê xwarin. Ji bo dil û bihêzkirina bedenê baş e. Goştê masiya tê perçekirin. Terbiyek ji zerika hêkê, xwê, ava lemonê û bîbera spî tê amadekirin. Parçê masiyan di terbiyê de çend deqîqeyan dihêlin û paşê diqelînin. Şînayiya hurkirî ji tûzik, meydenos, bi giranî xes, bacanê sor, xiyar, perçên lemonê, tirşo, û kûmikan tê amadekirin. Masî datînin ser saletê. Bi petatê kelandî an savar re tê xwarin.

Saleteyên bêgoşt jî hene. Şînayî, li gorî xwestina dil tê hilbajirtin û hûrkirin. Salete, bi makorina kelandî re tevlî hev dibe. Tirşa hinarê û zeyt, tam didinê. Penîrê spî, kartolên kelî, kûmikên bi sîrê re sorbûyî an omleta kêmrûn, bi kerenga re qelandî, datînin ser saletê.

Li Kurdistanê, şînayê û fêkî pir tê xwarin. Lê li ber an piştî xwarinê tê ser sifrê. Salete zêde nabe, firavîn anjî şîv. Lê xwarina saletê, piştî şîretên hekîman zêde dibe. Her wisa, nan û makerona spî, anku genimî pir tê xwarin. Divê nanê reş, ji genim û ceh bê ceribandin, xwarin.. .

 

Bu yazı toplam 614 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.