1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Xwedayê misilman û mesîhiyan yek e
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Xwedayê misilman û mesîhiyan yek e

A+A-

90 sal berî niha, petrikê Swêdî Nathan Soderblom, li dijî tevayê dîtin û helwêstên neînsanî, ji dêrên cîhanê û mesîhiyên şîdetparêz, derketibû û dîtina xwe wiha anîbû zimên:


”Bi sedan sal in, xaçparêzan xwîn rijandin. Pêşî şerê navxweyî, ê hev kirin. Paşê xwîna cihû û misilmanan rijandin. Rast e. Olên cewaz hene, lê riya diçe Yezdanê dilovan tenê yek e. Cihû, xaçparêz û misilman berê xwe didin heman Xwedayî û erkên xwe bi cîh dihênin. Piştî 1600 sal şerê xaçparêziyê, êdî dema wê hatiye ku, şer cihê xwe bide diyalogê...”

Piştî banga wî a 90 sal berê, 700 nûner ji 37 welatan li peytextê Swêdê, Stockholmê civîyan. ”Stor kyrkan” (Dêra Mezin) deriyê xwe ji mêvanan re vekir û oldarên nasdar li Cîhanê, piştî berê xwe dane heman Xwedayî, dest bi guftugoyê kirin. Pirsgirêk hatin niqaşkirin. Bi saya pêşniyaz û helwêsta wî, mesîhî li ser esasê aştî û diyalogê nêzî hev bûn û ”Konseya Dêran li Cîhanê” ava bû. Ji bo xebatên wî ên însanî û helwêsta aştîxwaziyê, ”Xelata Aştiyê a Nobelê” dabûn Soderblom.

Çend roj berê, bi munasebata 90 saliya civîna Soderblom, pênc keşeyên nasdar ên Swêdî, Hans Ulfvebrand, Kristina Ljunggren, Sabina Koij, Normunds Kamergrauzis û Ulf Lindgren beyanek dane rojnameya rojane Dagens Nyheter. Di beyanê de daxwaziyê dikin ku, eger Xwedayê me yek be, divê rêz ji cihû û misilmanan re jî bê nîşandan. Em, dêrên xwe ji wan re vekin. Bajarên Swêdê ku misilman lê zêde dibin, lê mizgeft an lokalên wan tune ne, em roja înê, ji bo pêkanîna îbadetê, deriyê dêrên xwe ji wan re vekin. Keşe wiha didomînîn:

”Gelo, di vê roj û salvegera giring de, ji bo îbadeta heman Xwedayî, em ê karîbin fikrê Soderblom bikin çavkaniyek pêşketinê û deriyê dêrên xwe ji baweriyên cewaz re vekin, li wir nêzî êkudû bibin? Em ê biwêribin û cesaret bikin, bêyî ku adet û baweriya xwe bi cî bihêlin, bixêrhatina baweriyên din, bikin mijar û pirsê niqaş bikin?

Pêwîst e em pir eşkere nîşan bidin ku, em şerê hev nakin. Em ê qala kîjan rê heq û şaş e jî mekin. Em tev, hemu rojan li benda wan kêliya ne ku, ew kêlî bûne perçeyek ji jiyanê, derkevin hizura Xwedayê Dilovan û baweriyên xwe bi cî bihênin. Eger em, ”Dêrên Swêdê” pê bawer in ku, ji bo mirovan, îbadeta ruhî û ji bo Xwedê giring e, divê em amade bin, ji bo bicîhanîna îbadeta roja înê deriyên dêrên xwe ji misilmanan re, ku mizgeft û lokalên wan tune ne, vekin û bixêrhatina wan bikin.

Belê, ji bo dîtinên Soderblom bibe kaniya ronîbûn, pêşketin û fêmkirinê, em ê di payîzê de, li Dêra Mezin, bi hejmarek nûnerên baweriyên cewaz re bicivin. Di wan rojan de, bi hev re hewil bidin ku, bêhtir nêzî êkudû bibin û daxwaziyên xwe bighêjînin heman Xwedayî.”

Belê, mîna bav û dayika xwe, ez jî wezîfeya xwe a olî bicîh dihênim. Rojî digrim û nimêj dikim. Lê ez qet neçûme û naçim mizgeftên ereb û turka li Swêdê. Neteweperestiya li mizgeftan nasdar e û rê li ber min û gelek kesên din digre.

Kesên mîna min ji herêma Torê ne, gelek caran bi qasî mizgeftê, li dêrê jî xwe nêzî Xwedê dibînin. Lewra, bi sedan caran çûme dêrên Suryanî û Swêdiyan. Min, li wir nimêj nekiriye, lê li gorî adet û baweriya xwe, dua kirine. Bi hevdîtin û qisekirinê, rêz û hurmeta ji bo baweriya hev baştir bûye. Tolerans û nêzîkbûna li hev, sînor û şikên hene ji holê rakirine. Em li ser niqteyek giring hemfikir in: Xweda ê hemu kesan e, hemû milet û baweriyan e. Giring e ku duayên me, ji neteweperestiyê dur bin, bêhtir şexsî bin, dora xwe û mirovahiyê hemêz bikin. Xweda rehîm û dûrbîn e. Edalet û rehma wî, şik jê tune ye. Qencî û xirabî li cem wî winda nabe.

Neteweperestiya kurda, însanî ye. Bi qasî ji xwe re dixwaze, ji mirovên din re jî dixwaze. Dilbirehm e, bi tolerans e û aştîxwaz e. Lewra banga însanî a pênc keşan, ji bo me kurdên Swêdê, ku mizgeftên me kêm in, mecalên nû dihêne pê. Îmkanê îbadetê, nasîn û lihevnêzîkbûna baweriyên din peyde dike.

Baweriya min, dîtina Soderblom dikare bibe nimuneyek giranbuha ku em kurd, baweriyên qedîm ên li welatê xwe baştir fêm bikin û bi qasî xwe, rêz û hurmetê ji çand û baweriya wan re bigrin. Li ser niqteyên hevbeş li hev bikin û pirsên guhertî nêzî hev bibin, toleransa navxweyî xurtir bikin.

Belê, baweriyên cewaz hebin jî, Xweda yek e. Bawermend, divê bêhtir nêzî hev bibin û hev fêm bikin. Hevdîtin, toleransê zêde bike û nakokî cihê xwe bidin diyalog û çareseriyê.

 

Bu yazı toplam 712 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.