• Diyarbakır5 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin4 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan-2 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-3 °C
  • Gaziantep6 °C
  • Hakkari-4 °C
  • Muş0 °C
  • Siirt5 °C
  • Van-2 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Xwendekarên Êzdî bo Kurdistanê tên veguhestin
14 Aralık 2013 Cumartesi 10:35

Xwendekarên Êzdî bo Kurdistanê tên veguhestin

Hikûmeta Bexdayê razî bûye xwendekarên Kurd ên Êzdî ku li zanîngehên Iraqê dixwînin xwendina xwe li zanîngehên Herêma Kurdistanê berdewam bikin, eger li herêmê jî neyên qebûlkirin dê Zanîngeha Mûsilê hemû mesrefa xwendinê û cihê mana wan bide.

BEXDA-  Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê Elî Muhsin Îsmaîl di beyannameyekê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragehand ku ferman daye Wezareta Xwendina Bilind daku xwendekarên Kurd ên Êzdî li zanîngehên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bên wergirtin.

Herwiha di daxwiyaniyê de tê gotin, ev ferman piştî wê yekê tê ku berî niha civata wezîran biriyar dabû eger li Herêma Kurdistanê neyên qebûlkirin dê Zanîngeha Mûsilê hemû mesrefa xwendinê û cihê mana wan bide.

Hêjayê gotinê ye Bexda û navçeyên din ên Iraqê di rewşeke ewlekariyê ya xirab re derbas dibin û roj bi roj kiryarên terorstî li wan navçeyan tên kirin. Kurdên Êzdî yên li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdisatnê û deşta Mûsilê bi awayekî berdewam  dibin hedefa êrîşên terorîstan.

Li Herêma Kurdistanê jî berî çend rojan propagandeyîstekî Îslamî bi awayekî dijwar êrîşî Êzdiyan kir û got: ‘‘Ew ne Kurd in.’‘ Li ser vêna jî dozgerê giştî dê lêkolînê derbarê êrîşên wî propagandeyîstê Îslamî de bike, ji ber ku ev gotinên wî dikevin çarçoveya teror û qebûlnekrina olên din.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim