1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. "Xwendina medresê"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

"Xwendina medresê"

A+A-

Qonaxa netewîbûn û nasnamê gelek caran bi Ehmedê Xanî ve tê girêdan. Xanî, ne tenê îşaret bi xwe nasînê dike. Her wisa bedewî û hêzbûna zimanê kurdî nîşan dide. Cî û nirxê nivîsîna bi zimanê dayikê derdixîne pêş. Lîstikên neyaran û kêmasiyên me dibêje.

Hostayê helbestê, Cegerxwîn di helbesta nûjen de, hilmek nû ye. Di nav helbesta klasîk û nûjen de rola pirekî dilîzê. Di hişyarbûna gelê kurd e karên hêja kiriye. Bûyerên cîhanê şopandiye û rêyên felatê pêşniyaz kiriye.

Şêx Ebdulahê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran û Seyid Riza ronakbîrên dema xwe û rêberê gelê xwe ne. Di tekoşîna rizgariya netewî de cihê wan bilind e.

Mewlana Xalidê Kurdî hîmdarê duwê yê rêçika Nexşîbendî ye. Seîdê Kurdî (Nursî) bi rîsaleyên xwe, deriyên xêr û nûrê di rûwê mirovahiyê de vekir.

Aqilmend, ronakbîr, rêvebirên netewî û ilmdarên baweriyê û gelek kesên wiha nasdar di medresyên Kurdistanê de xwendine. Ji awira pirsên netewî, ziman, edebiyat û xurtkirina baweriyê mîrasên zêrîn hiştine.

Li ser dîrok, nirx û cihê medreseyên Kurdistanê hejmarek nivîs, kitêb belav bûne. Mijar ji bo me giring e. Lewra, lêkolînên berfirehtir pêwîst in û wisa xuyanî dike ku gavên bi vî rengî dê zêdetir bêne avêtin.

Li medreseyên Kurdistanê, bi erebî re kurdî jî dihate xwendin. Feqe û meleyên perwerde dibûn, kurdîtî ji xwe re kirin karek bingehîn. Helwêst û xebata wan, bala dewletê dikişand. Dewletê, xwest medreseyan kontrol bike. Hewildanên pir alî da. Lê bi ser ne ket. Dawî, deriyê medreseyan yek bi yek da girtin.

Medreseyên Kurdistanê bi destê dewletê hatibin girtin jî, berhemên mîna Mem û Zin a Ehmedê Xanî û Mewluda Mele Ehmedê Betê hwd. îro bêhtir têne xwendin. Nirx û cihê medreseyan baştir tê fêmkirin.

Min îro kitêba seydayê hêja Zeynelabdin Zinar, bi navê "Xwendina Medresê" xwend (Weşanên Pencînar, Swêd, 1993). Kitêb, bi giranî dîroka medreseyên Kurdistanê derdixe pêş. Lê pirsên mîna, di medresan de şêweyê perwerdê, navê pirtûkên dersê, bandora medresan li civat, edebiyat, siyaset û zimanê kurdî ronî dike.

Nasîna rol û cihê medresên Kurdistanê, ji bo kurda giring e. Divê lêkolînên li ser pirsê bixwînin û bi xwe jî li ser kur bibin.

 

Bu yazı toplam 628 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.