1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Xweşikiya çiyayê Erekê
Xweşikiya çiyayê Erekê

Xweşikiya çiyayê Erekê

Hezkiriyên siruştê û meraqdarên wêneyan serê sibê zû, ango beriya tavê hildikişin çiyayê Erekê.

A+A-

VAN - Çiyayê Erekê bi bilindahiya xwe 3 hezar û 200 mêtro ye. Bi dîmen û xweşikiyên xwe her tim bala seyah û hezkiriyên siruştê dikşîne ser xwe.

Hezkiriyên siruştê û meraqdarên wêneyan serê sibê zû, ango beriya tavê hildikişin çiyayê Erekê. Ev rêwîtî nêzî 3 saet û nîvan dewam dike. Hezkir û meraqdarên siruştê piştî vê hilkişînê gelek dîmenên ji hev xweşiktir dibînin. 

Kesên ku derdikevin serê vî çiyayî hest û fikrên xwe di dema bêhnvedanê de dinivîsînin.

Hezkiriyên siruştê ji aliyekî de berfa salê ya ewil a ku li çiyê bariye tehm dikin û ji aliyekî de jî çaya ku bi xwe re anîne li serê vî çiyayî vedixwin.

Ji lûtkeyê, Wan gelekî xweş xuya dike, gerok û hezkiriyên siruştê dîmenên ji hev xweşiktir li vê derê dikşînin û ji bo ku di tariyê de nemînin beriya êvarê berê xwe didin jêr û dest bi meşê dikin.

Bu haber toplam 1091 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.