• Diyarbakır25 °C
  • Batman24 °C
  • Mardin22 °C
  • Bingöl17 °C
  • Bitlis18 °C
  • Elazığ20 °C
  • Erzincan18 °C
  • Şanlıurfa24 °C
  • Erzurum12 °C
  • Ağrı16 °C
  • Gaziantep20 °C
  • Hakkari16 °C
  • Muş18 °C
  • Siirt21 °C
  • Van24 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Xwîn ji zimanê me diçû!
15 Aralık 2013 Pazar 21:20

Xwîn ji zimanê me diçû!

Zimane me pir diêşiya, xwîn jê diçû, ew ziman di devê me de rûnedinişt ji ber ku ne yê me bû û weke ji me re bêjin hûn heta îro bi zimanekî şaş mezin bûne.

Bi sedan salane ku asîmîlasyona li ser  zimanê Kurdî  bi zor û zordariyê  berdewam bûye. Ji bo ku Kurd zimanê xwe ji bîr bikin hatin kuştin, bûne zindanî, ziman hatin jêkirin,  li dibistanan zarok  ji ber ku bi zimanê xwe neaxivin hatin cezakirin û hwd. Zimanê Kurdî anîn wê merheleyê ku, pir Kurdan ji tirsa bi zarokên xwere bi zimanê  dayikê nediaxivîn, mixabin ji ber wê gelek zarokên Kurd bi Kurdî nizanin.  Yanê zimanê Kurdî kirin weke ku zimanekî cahilane, zimanekî  xizanan, zimanê nexwendeyan, anîn wê merheleyê ku  Kurd ji ber zimanê xwe û Kurdîtiya xwe şerm bikin. Dayikên me li zindanan , bi salan nikarîn hesreta ji bo zarokên  xwe bi zimanê xwe nîşanî wan bidin. Dema ku  me dest bi dibistanê kir, zimanê me jê kirin û yekî din pêve dûrîtin. Zimane me pir diêşiya,  xwîn jê diçû, ew ziman di devê me de rûnedinişt ji ber ku ne yê me bû û weke ji me re bêjin hûn heta îro bi zimanekî şaş mezin bûne. Zimanê we yê rast Tirkîye, Farisîye, Erebiye. Bi sedan salan zimanê me veşartin, ya baş me zanîbû ku zimanê me Kurdî ye. Xwedê ji dê û bavan û ji şoreşgerên zimanê azad razîbe ku ew zimanê bi rûmet li me vegerandin . Me jî zimanekî li xwe zêde kir, paşê zimanê me qet neêşiya,  xwîn jê nehat .  Berê kal û pîrên me bi tirkî nedizanîn,  bi wê xêrê zaro û nebiyan jî ziman ji bîr nedikirin. Lê mixabin li pir ciyan, bi taybetî jî li Amedê êdî kal û pîrên me jî bi kurdî neaxivin. Aniha em zimanê xwe bi xwe jê dikin. “Bi xwedêkê nehêlin ku em tune bibin”. Berê çend salan pir caran ciwanan digotin “Em ji kurdî fam dikin lê nikarin biaxivin”. Niha jî dibêjin em fam jî nakin. “Bi xwedêkî nehêlin kurdî  tune bibe”.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim