Yekemîn dîmena êrişên Parîsê

Yekemîn dîmena êrişên Parîsê
Piştî hefteyekê, yekemîn vîdyoya êrişên Parîsê hat belavkirin. Di êrişên Parîsê de 132 kes hatibûn kuştin, bi sedan kes jî birîndar bibûn.

Hewlêr –Şeva îniya borî 13ê Mijdarê) li paytexta Fransa-Parîsê, çend teqîn û êrişên çekdarî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn kirin, di encama wan bûyeran de 132 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn. 


 

Malpera Daily Mail, îro beşek ji dîmenên yek ji êrişên Parîsê belav kiriye. Di wan dîmenan de ku bi kamerayên çavdêriyê hatine kişandin, tê dîtin ku çekdarên DAIŞê êrişî kafeyekê dikin û kî li ber wan dikeve, didin ber fîşekan. 

 

Li gorî agahiyên fermî, êriş û teqînên Parîsê ji aliyê 9 endamên DIAŞê ve hatine kirin.

Duh li devera Sen Denî ya Parîsê, operasyonek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kirin û di operasyonê de 2 kes hatin kuştin ku yek ji wan, endama DAIŞê ya bi navê Hesna bû ku xwe teqand û perçe perçe bû. 

 

Di operasyona duh da 8 gumanbar ji aliyê polîs ve hatin girtin.

 

Rayedarên ewlehiyê yên Fransa dibêjin, êriş û teqînên Fransa ji aliyê endamekî DAIŞê yê bi navê Ebdulhemîd Eba Ûd ve hatine plankirin lê nayê zanîn ew li kuderê ye. 

 

Her wiha hat ragihandin ku ew endama DAIŞê ya ku duh xwe li Parîsê teqand (Hesna), dotmama Ebdulhemîd Eba Ûd e. 

 

Hesna, welatiya Fransa û Eba Ûd jî welatiyê Beljîka ye. 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.