Yekemîn gava rakirina parêzbendiyan hat avêtin

Yekemîn gava rakirina parêzbendiyan hat avêtin
Li parlamentoya Tirkiyê yekemîn gava ji bo rakirina parêzbendiyan hate avêtin.

 

 

Pêşniyara AK Partiyê, ya ku guhertina xala 83yemîn a makezagona Tirkiyê dihundirîne û li gorî wê parêzbendî tên rakirin, li komisyona makezagonê hate qebûlkirin. Eger ku pêşnûme li lijneya giştî ya parlamentoya Tirkiyê bê qebûlkirin dê derbarê 135 parlamenteran de doz bêne vekirin.

 

Ev pêşnûme li ji lijneya giştî ya parlamentoyê derbas bibe û bibe yasa dê parêzbendiya yek parlamenterekî serbixwe, 51 parlamenterên CHPê, 49 parlamenterên HDPê, 27 Parlamenterên AK Partiyê û 7 jî parlamenterên MHPê bêne rakirin.

 

Di nav van parlamenteran de Hevserokên HDPê Selahattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî hene.

 

Rêvebiriya CHPê diyar kiribû ku dê ew piştgiriya erêkirina vê pêşnûmeyê bikin. Lê belê tê gotin ku dê gelek parlamenterên CHPê piştgiriya wê nekin.

 

Parlamenterê CHPê Serdal Kuyucuoglu ji Rûdawê re derbarê yekê de wiha got: “Di vî warî de partî nikarin biryarên komî bidin. Dengdan bi awayekî veşartî tê kirin. Serokê me yê giştî helwesta partiya me diyar kir. Dê tevahiya parlamenterên me bi vînên xwe yên azad dengên xwe bidin. Lê ez nizanim dê ew piştgiriyê bikin yan na.”

 

Li gorî HDPê ev pêşnûme li dijî hiqûq û makezagonê ye. Herwiha HDP plana wê yekê dike ku piştî derbasbûna wê pêşnûmeyê bi armanca betalkirinê serî li dadgeha makezagonê bide.

 

Parlamenterê HDPê M. Ali Aslan jî wiha got: “Em ê serî li tevahiya riyên hiqûqê yên netewî û yên navnetewî bidin. Çêkirina qanûneke taybet ango ji bo aliyekî tenê, li dijî makezagonê ye. Eger ku derbarê parlamenteran de qanûnek tê derxistin divê ew ji bo tevahiya parlamenteran derbasdar be.”

 

Tê payîn ku di rojên pêş me de ev pêşnûme li lijneya giştî ya parlamentoya Tirkiyê bê dengkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.