1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Yekgirtûya Îslamî jî piştgirî da kontonên Rojava
Yekgirtûya Îslamî jî piştgirî da kontonên Rojava

Yekgirtûya Îslamî jî piştgirî da kontonên Rojava

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo ragihandina kantonên Cezîre, Kobanê û Efrînê yên li Rojava nîşan da û xwest di demekî zû de Kongreya Netewî ya Kurd were lidarxistin.

A+A-

HEWLÊR – Cara yekemîn Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê taybet li ser rewşa Rojava civiya. Li gor malpera fermî Yekgirtûya Îslamî, di civînê de mijarên weke ragihandina kontanên li Rojava, giringiya parastin, piştgiriya destkeftiyên kurdan û hebûna stratejiyekî hevgirtî ya ji bo bidestxistina mafê kurdan hatine dest girtin. 
Di civîna polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de mijarekî din a danûstandinan jî lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd ku berî niha çend caran li ser hev hat taloqkirin. Yekgirtûya Îslamî di civîna xwe de daxwaza lidarxistina Kongreya Netewî jî kir. 

Di navbera rojên 21, 27 û 29’ê Çile de li herêma Rojava li pey hev Kantona Cezîre, Kobanê û Efrînê hatin ragihandin. 
Berî niha 13 rêxistin û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê li navenda Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Silêmaniyê piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava nîşan dan. Di nava partiyên Herêma Kurdistanê de yên ku piştgiriya rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava kirine de, Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Çareseriye Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), Komela Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê hene.

 

Bu haber toplam 666 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.