Yildirim çarenûsa navçeya Sûrê zelal dike

Yildirim çarenûsa navçeya Sûrê zelal dike
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim, beriya Cejna Qurbanê serdana Amedê dike.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dê li bajarê Amedê pakêteke aboriyê aşkera bike û derbarê avadankirina bajar û navçeyên xirabûyî de jî dê bernameya hikûmetê bi xelkê re parve bike.

Piraniya xelkê Amedê dixwazin Binalî Yildirim, di şûna pakêta aboriyê de pakêteke aştiyê aşkera bike û şer bide rawestandin.

Xelkê Amedê digel aştiyê daxwaza bipêşxistina aboriyê jî dikin. Gelek kes hêvî ji Serokwezîr dikin ku navçeya Sûrê ku di şer de wêran bibû demildest ji nû ve ava bike.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim dê di serdana xwe ya Amedê de çarenûsa navçeya Sûrê zelal bike û proje heta niha gihiştiye çi astê jî vebêje. Lê di bernameya wî de pêvajoya aştiyê xuya nake.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.