1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. YNK derbarê kongreyê de biryarê dide
YNK derbarê kongreyê de biryarê dide

YNK derbarê kongreyê de biryarê dide

Encûmena Serkirdayetî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin û biryarê derbarê girêdana kongreya hizba xwe de didin ku biryar e di heman rojê de bê kirin.

A+A-

HEWLÊR -Li gor agahiyên BasNewsê, sibe danê sibehê Encûmena Serkirdayetî û Encûmena Navendî ya YNK’ê li Hewlêrê dicivin û biryarê li ser girêdana kongreyê de didin, ku biryar e di heman rojê de bê kirin.

Di vê derbarê de çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re got: ‘’Tê pêşbînî kirin ku di vê civîna berfireh a YNK’ê de dengdan li ser meseleya kongreyê were kirin û heta piştî hilbijartina encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya İraqê bê paşxistin.’‘

Lê ji aliyekî din ve lidarnexistina kongreya YNK’ê bi hilweşandina rêkeftina Tehranê ya her sê serkirdeyên paye bilind ên YNK’ê ve tê girêdan. Berî niha Endamê Polîtburoya YNK’ê Sadî Ehmed Pîre ji BasNewsê re gotibû: ‘’Peywendiya YNK’ê ligel Îranê peywendiyeke xwezayî ye û tu zexteke Îranê li ser YNK’ê nîne.’‘

Hêjayê gotinê ye pirsgirêkên navxwe yên YNK’ê her çend roj piştî nexweşketina Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî serî hildan û heta niha jî ew pirsgirêk bidawî nebûne û bûne metirsî li ser paşeroja Yekîtiyê.

 

Bu haber toplam 535 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.