1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. YNK derbarê taloqkirina kongreyê de du dil e
YNK derbarê taloqkirina kongreyê de du dil e

YNK derbarê taloqkirina kongreyê de du dil e

Ji ber jidestdana navenda biryarê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di meseleya girêdan an jî taloqkirina kongreyê de du dil e, Komîsyona Amadekar a Kongreyê jî ev du dilî bi daxwiyaniyekê anî ziman.

A+A-

SILÊMANÎ - Di vê derbarê de Komîsyona Amadekar a 4. Kongreya YNK’ê daxwiyaniyek belav kir. Di daxwiyaniyê de ku kopiyek gehiştiye BasNewsê, dibêje ku taloqkirin tenê pêşniyar e û tu biryarek heta niha nehatiye dayîn.

Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: ‘’Taloqkirina girêdana kongreyê ne tenê di desthilata kes û oraganekî de ye, lê di desthilata Polîtburo, Komîteya Serkirdayetî, Encûmena Navendî, hemû organ û dezgahên YNK’ê de ye. Heta niha jî hîç civînek bo vê mebestê nehatiye kirin, tişta ketiye rojevê jî tenê pêşniyar e.’‘

Daxwiyaniya Komîsyona Amadekar a Kongreyê wiha bi dawî dibe: ‘’Kongre berpirsyariya dîrokî ya ser milê hemû endamên YNK’ê ye, loma her çi di berjewendiya YNK’ê de be, Yekîtî bi berpirsyariyeke mezin ji bo xizmeta paşeroja YNK’ê pêngav diavêje.’‘

Bu haber toplam 724 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.