• Diyarbakır25 °C
  • Batman24 °C
  • Mardin22 °C
  • Bingöl17 °C
  • Bitlis18 °C
  • Elazığ20 °C
  • Erzincan18 °C
  • Şanlıurfa24 °C
  • Erzurum12 °C
  • Ağrı16 °C
  • Gaziantep20 °C
  • Hakkari16 °C
  • Muş18 °C
  • Siirt21 °C
  • Van24 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
YNK xwe ji bo hilbijartinên dahatû yekalî dike
05 Ocak 2014 Pazar 15:24

YNK xwe ji bo hilbijartinên dahatû yekalî dike

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl li Silêmaniyê civiya û biryar da ku di du rojên pêş de xwe ji bo hilbijartina parêzgehan û Parlamentoya İraqê yekalî bike.

Navenda Nûçeyan

SILÊMANÎ - Di beyannameya Polîtburoya YNK’ê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Di civîna de, pirsa pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê, mekanîzmayên beşdarbûna YNK, amadekariyên ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan û pirsa îdareya parêzgeha Kerkûkê hatin gotûbêj kirin.’‘

Li gor beyannameyê, Polîtburoya YNK’ê bi baldarî li ser aloziyên çend rojên borî yên Seyîd Sadiq rawestiya ye û piştîvaniya xwe bo çareserkirina pirsgirêkan û daxwazên rewa yên daniştvanên qezayê aniye ziman.

Beyanname wiha berdewam dike: ‘’Di civînê de meseleya pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayî berfireh hatiye gotûbêjkirin û polîtburoyê raspardeyên pêwist jî dane lijneya danûstandinan a pêkanîna hikûmetê.’‘

Polîtburoya YNK’ê herwiha pirsa hilbijartinên parêzgehan, Parlamentoya İraqê, amadekariyên lîsteyê û destnîşankirina namzetên YNK’ê bo wan hilbijatinan hatiye gotûbêjkirin û biryar hat dayîn ku Polîtburo li hemû parêzgehan û li ser asta bilind civînan lidar bixe û heta du rojên din vê meseleyê yekalî bike.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim