1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. YPK: Mûxalifeta Sûriyê nikare di Cenevre 2 de nûnertiya Kurdan bike
YPK: Mûxalifeta Sûriyê nikare di Cenevre 2 de nûnertiya Kurdan bike

YPK: Mûxalifeta Sûriyê nikare di Cenevre 2 de nûnertiya Kurdan bike

Endamên Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (YPK) diyar kirin ku divê kurd bi şandekî serbixwe tevlî kongreya Cenvre 2 bibin.

A+A-

HEWLÊR– Serokê YPK’ê Nîmet Ebdullah, endamên YPK’ê Serdar Herkî û Kerîm Biradostî li ser venexwendina kurdan a bi şandekî serbixwe di kongreya Cenevre 2 de, ji DÎHA’yê re axivîn. Nîmet Ebdullah bal kişand ser giringiya kongereya Cenevre 2 û wiha got: “Beşdarbûna kurdan di her kongreyekî navneteweyî û cîhanê de, karekî pir pêwîst e. Ev jî pirsa kurdan têxe nava bernameya wan welat an jî peymanan. Di kongreya Sewrê de behsa kurdan hat kirin, çend maddeyên taybet li ser kuran hebûn. Lê mixabin ev di kongreya Lozanê de hatin hilweşandin. Niha hewlekî pir xirab li holê heye ku dixwazin kurd wekî şandekî serbixwe beşdarî kongreya Cenevre 2 nebin û bên paşguh xistin.”

Bêyî kurdan çareserî nabe

Serokê YPK’ê diyar kir ku kongreyeke kurd beşdar nebin, bi ser nakeve û wiha got: “Çareseriyek ku kurd di nav de beşdar nebin, wê her neçareserkirî bimîne. Gelek tişt bêyî kurdan hatine kirin û li gor hesabê xwe serkeftine. Lê em wekî serkeftî bi nav nakin û pirsgirêk dirûst dibin. Niha sedsala 21’an e û ne wekî ya 20 û 19’an e. Kurd her wisa bêdeng nabin, zextên wan ên girsey û gel hene. Xwedî yasa û siyasetmedar in. Dikare li navendên navneteweyî hewl bide û çalakiyan lidarbixe. Herwiha dikarin hewl bidin peymanên li ser navê kurdan tên kirin, bi hêsanî neyên cih bi cih kirin.”

Ti cûdahiya kongreya Cenevre 2 ji kongreya Lozanê tune ye

Parêzer û parlamenterê berê yê parlamentoya Herêma Kurdistanê Serdar Herkî jî li ser kongreya Cenevre 2 wiha got: “Em hêvîdarin kongreya Cenevre bikare çareseriyekê ji bo pirsgirêkên Sûriyê bibîne. Dîtina me ew e kurd bikarin wekî aliyekî serekî û wekî kurd beşdar bibin. Ji bo bikarin daxwazên rewa yên gelê kurd bigihînin wê kongreyê û ji bo çareseriyekê ji bo doza kurd li rojava bibînin.”

Gelê kurd hêj êşa kongreya Lozanê dijî

Parêzer û endamê Desteya Bilind a YPK’ê Kerîm Biradost, li ser beşdarbûna hinek aliyên kurdî di nava mûxalifeta Sûriyê de jî dîtinên xwe anî ziman û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Mixabin heta niha mûxalifeta Sûriyê ti helwestekî eşkere li ser kurdan nîşan nedaye û îtiraf bi rêveberiya demkî ya li Rojava nekiriye. Ev jî zengilekî metirsîdar e. Kesên di nava mûxalifetê de nûnertiya kurdan dikin û bêyî ti ajandeyeke wê mûxalifetê ji bo kurdan hebe, wê karînên wan jî wekî yên wan kurdên di kongreya Lozanê de beşdar bûne be. Lê mixabin wan kesan ti destkeftiyek ji bo gelê kurd li bakûr bidestnexistin. Em dibînin heta niha jî gelê kurd ji ber kongreya Lozanê dinalêne.”

Bu haber toplam 541 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.