Yuksekdag: Kes nikare ji bandora me xilas bibe

Yuksekdag: Kes nikare ji bandora me xilas bibe
HDP'ê gaveke nû avêt û yekem car li Meclîsê Koma Jinan ava kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku hemû destkeftî wekî mewzî ne û paş ve gav navêjin û nirxandina

 

ENQERE  -  "Ji vê bandora ku me derxistiye holê ne sîstem, ne feraseta desthilatdar a zilam ne jî jinên ku bi vê ferasetê bi bandor dibin xilas bibin" kir. 

Parlamenterên jin ên HDP'ê gavek nû avêtin û di dîroka meclîsê de yekem car Koma Meclîsê ya HDP'ê ya Jinê ava kirin. Jinên HDP'î hefteya borî bi civîna xwe ve avakirina xwe îlan kirin û bi vî komê re hewl didin ku pirsgirêkên ku jin dijîn bînin rojeva meclîsê û çareseriyê hedef dikin. Di koma ku 23 parlamenterên jin hene de ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên Pervîn Buldan, Besîme Knoca, Dîrayet Taşdemîr, Leyla Bîrlîk, Fîlîz Kerestecîoglu û Çaglar Demîrel rêveberiya koma jinê hate diyarkirin. Xebatên komê dê rêveberiya hatiye ava kirin diyar bike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî xebatên Koma Meclîsê ya HDP'ê ya Jinê agahî da pirsgirêk DÎHA'yê bersivand.

* Yekem car koma jinê hate avakirin, ev ê bandorekî çawa bike?

Ji armanca bibe dengê hemû jinan hate avakirin

Ez di serî de dixwazin Koma Meclîsê ya Jinê ya HDP'ê ji bo hemû jinan pîroz be. Me di meclîsê de wekî jinên HDP'î tiştekî yekem pêk anî. HDP di warê têkoşîna azadiya jinê de gavên dîrokî avetiye. Koma jinê em dikarin piştî daneqebûlkirina sîstema hevserokatiyê û mayîndekirinê wekî destkeftiyeke duyemîn dikare bê nirxandin. Koma me ya jinê di bin banê meclîsê de li kolan, kargeh, fabrîkayan, li dibistanan ango li her derê jiyanê jinên ku rastî cudakariyê tên bêyî ku cudatiyê bixin navbera wan bi armanca bibe deng û îradeya wan hatiye damezirandin. 


Em dikarin koma jinê bi du awayî pênabe bikin. Li meclîsê navenda siyasî ya têkoşîna azadiya jinan ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi salan e tê dayîn e. Ya duyemîn jî şekleke ku rêxistinên jinan bi salên dendirêj derxistine holê ye. Hem di warê rêxistinbûna jinan de hem jî di warê siyaseta navendî de wekî îrade û gotina jinan watedar e û girîng e. 

Koma me ya jinê dê li dijî cudakarî, şîdeta desthilatdar a zilam û siyaseta ku navenda wî şîdet û şer e bername û îdeolojiya demokrasî, aştî û jiyana wekhev biparêze. Ev tê wateya ligel hemû zehmetiyan di meşê de israrkirinê. Ji ber vê yekê jî koma jinê Di Meclîsa Komara Tirkiyeyê de gaveke dîrokî û girîng e.

* Xebatên koma jinê dê çawa bimeşe hûn ê rêbazeke çawa diyar bikin?

Ji bo me ya herî girîng îstîrara koma jinê ye. xebata sîstematîk û bi dîsîplîn e. Me dîsîplîneke ku îstikrarê pêk bîne diyar kir. Ji bo vê jî rêveberiya komê ava kir. Jibilî rêveberiya me ya giştî rêveberiya koma me ya jinê jî hate avakirin. Ev rêveberî ji 7 parlamerteran pêk tê. Di rêveberiya me ya giştî de jî 18 parlamenterên me cih idgirin. Rêveberiya me ya giştî li ser esasê temsîlkirina wekhev hate diyarkirin. 

Rêxistinên jinan parçeyeke koma me ne

Rêveberiya me ya koma jinê dê xebatên îdarî ya bi pêdiviyên ji bo xebatên jinê bimeşîne. Dê dîsîplîna koma me pêk bîne. Mehê careke em ê li meclîsê civînê li dar bixin. Koma jinê dê tenê nebe parlamenterên jin di nav de cih bigire. Em ê bi saziyên jinan re bixebitin. Em xwe tenê bi parlamenterên jin ve pênase nakin. KJA, HDP, Kordînasyonên Jinê yên HDK'ê û rêxistinên serbixwe yên femînîst jî parçeyeke ornganîk ên koma me ne. 


Em ê xebata xwe jî tenê bi parlamenteran re nekin. Dİvê em gelek komên jinan di nava koma xwe ya meclîsê de bigihînin hev û sîstemeke wisa divê ava bikin. Ji ber vê yekê pozîsyona koma me ya jinê dê gelekî aktîf be. Bi beşdariya rêxistinên jinan ve em ê civîna xwe bikin. Em ê bi rêxistinên jinan re bixebitin. 

* Hûnê li dijî şîdeta li hemberî jinan kîjan xebatan bikin?


Koma jinê parçeyeke berxwedana jinê ye û bi vî rengî dest bi xebatan kir. Ji bo me ya esas xeta berxwedanê ya li dijî şîdetê mezinkirin e. Ji ber vê yekê jî lingekî me di li cihên rêveberiya awerte û qedexe tên îlan kirin be ya din jî li taxan li cem jinên ku rastî şîdetê bên be. Ne tenê li meclîsî, li mal, kolan, dibistan, kargehan me xurtikirina xeta têkoşîna azadiya jinên esas girt. 

* Em di têkoşîna aştiyê de jî jinan di refên pêş de dibînin. Gelo dê xebateke we yê cuda hebe?

Îro şunde ji bo aştî pê bê û li dijî xeta şer a AKP'ê bi pêşengiya jinan pêşxistina têkoşîno azadiya jinê em ê bi israr têbikoşin. Di ajandaya me ya têkoşînê de madeya yekemîn a rojevê ev e. Li dijî şerê AKP û qesrê em ê aştiya jin û gelen pêk bînin. Xerca aştî û jiyana hevpar berxwedan û têkoşîna jinan e. Em dikarin bi saya biryariya jinan û israra jinan bigihijîn aştiyê. Li dijî qatlîamên li dijî jinan em ê li meclîsê têkoşîneke bi biryan bidin. Serdema nû ya meclîsê demeke serdemeke girîng e. Qanûna Bingehîn a nû di rojevê de ye ji ber vê yekê em ê roleke aktîf bîlîzin.

* Di vî xalê de gelo hûn ê parlamenterên jin ên partiyên din jî tevli koma xwe bikin?

Bêguman em ê hemû parlamenterên jin vexwînin koma xwe. Lê em bixwazin jî parlamenterên jin ên AKP'î û MHP'î tevlikirana wan a komê zehmet e. Bi taybetî jî koma AKP û MHP'ê di bin bandona polîtîkaya desthilatdar a zilam de ye. Ligel ku hemzayendên me ne jî parlamenterên jin ên wan partiyan bi feraseta zilam tên rêvebirin. Ji ber vê yekê me bangawaziyeke giştî kir. Hİn hewldanên me yên taybet hene. Lê tenê CHP'ê bersav da vê yekê. 

* Li dijî şîdeta li hemberî jinan jî gelo nêzîkatiyeke hevpar nîne?

Me dixwasit em bi hemû jinan re ji ber pirsgirêkên ku jin dijîn bi hevre têkoşînê bimeşînin. Şîdeta zilam xetereyeke li dijî hemû jinan e. Hêzeke tarî ye. Li hemberî vê yekê jî divê hemû jin bi hevre têbikoşin. Çi heyf e ku feraseta desthilatdar a zilam nahêle ku jin bi hevre pirgsirêkên xwe çareser bikin nêzîkatiya jinan a di vî warê de tarûmar dike. Em dibêjin ku li hemberî vê yekê berpirsyariya herî mezin ya me ye. 

* We di dîroka komarê di tiştekî yekem pêk anî gelo dê bandoreke çawa derxîne holê?

Niha naxwazin bibînin. Heke çavên xwe bigirin dibêjen qey xilas bibin lê ez dibêjen ku xebatên ku HDP'ê dimeşîne bandorê li ser hemû jinan dike, Em vê bi mînakan dibînin. Daxwazeke xurt a derketiye holê nebe jî di nava komên xwe de nîqaşên ku feraseta desthilatdar pirsgiyar dike pêş dixe. Ji ber vê yekê xebatên koma HDP'ê ya jinê bandoreke kur a nayê dîtin dike. Di pêvajoya pêş de bi tayebetî bi xebatên me ve baweriya min ew e ev bandor zêdetin bibe û teşwîq bike. 

* Li dijî konsepta şer weke parlamenterên jin hûn ê çi bikin û ji bo jinên partiyên din hûn ê çi bibêjin?

Di dîrokê de hemû şer ji aliyê zilaman ve hatin derxistin. Li Tirkiyeyê jî wisa ye. Bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ve destpêkirina şer hemû berpirsyar îxtidara zilam e. Îxtidara yek zilam û yek partî, îxtidira AKP-Qesrê ye. Em ê li dijî vê yekê weke îradeya çareseriyê dikarin bikevin dewreyê. Em ê li meclîsê û di siyaseta navendî de ji bo siyaseta aştiyê pêşengiyê bikin. Em bang li hemû parlamenterên jin jî dikin ku bibin pêşengên aştiyê. 

* Sîstema hevserokatiyê hê jî li şaredariyan nayê qebûlkirin, dîsa hevşaredarên jin tên girtin hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ez di serî de dixwazim vê yekê bibêjim ku li Tirkiyeyê siyaseta dewletê nikare ji sîstema hevserokatiyê bireve. HDP heta ku weke îradeya azad û wekhev a gelan hebe nikarin ji rastiya hevserokatiya birevin. Ew vî rastiyê wekî kaboseke dijîn. Lê xewna jinan a hezaran salan e ev sîstem. Em ê dev jê bernedin. Êrîşên li dijî hevşaredarên me tenê li dijî şexsan nîne, li dijî sîstema me ya ji bo tasfîyekirinê ye. Bi êrîşa li dijî Mekanîzmaya Hevserokatiyê ve dixwazin îradeya me ya wekhev tasfiye bikin.

* Hûn vê weke mewzî dibinin?

Belê ev mewziyên hatine bidestxistin in. Jinan û gelê me ew mewzî bi rehetî bi dest nexist. Bila kes qusurê nenêre bi têkoşîneke dijwar hate bidestxistin. Nikarin mewziyên hatine bidestxistin têk bibin. Keseke hevserokatî nedaye jinan. Ev pêkhatina xeyela cihana jinan a bi hezaran salan e. DEstkeftiyeke di encama vê yekê de ye. Ev ne tesaduf e, hevşaredarên ku hatine girtin piraniya wan jin in. Xwestin ib darbeyeke du encaman bi dest bixin, hem xwestin şaredariyên ke bixin hem jî sîstema hevserokatiyê, îradeya jinê tasfiye bikin.

* Gelo israra we dê bidome?

Em ê li her derê israr bikin, Di warê qanûnê di dixwazin qebûl bikin an jî nekin em ê bidomînin. Em tucaran nefikirîn ku mafên demokratîk bi desturê tên qezencirin, bi lutufkirina dewletê nayê bidestxistin. Me çi qezenc kir me bi têkoşîna xwe ve bi dest xistiye. Ji bo me rewa ye. Gelê me du şaredar hilbijartin. Tu îradeya ji aliyê gel hatine hilbijartin ji aliyê mekanîzmayên qanûnî ve nikare bê tasfiyekirin. Nihav ev heye. Ya qanûnî rewa nîne. Ya rewa neqanûnî ye. Em ê vê yekê bînin mecraya rasteqîn û xwezayî, sererast bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. (diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.