Yuksekdag: Li ser ên muswedeya demokrasiyê qebûl nakin operasyon ferz dikin

Yuksekdag: Li ser ên muswedeya demokrasiyê qebûl nakin operasyon ferz dikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku akademsîyenên ku ji aliyê Erdogan ve hedef hatin nîşandan û tên binçavkirin berpirsiyariyên xwe yên rewşenbîriyê bi cih tînin û got,

 

ENQERE–  “Li Tirkiyeyê reşnîvîsek demokrasiyê heye. Ev yek jî ji aliyê rejîma rêveberiyê ve ji me re dide qebûlkirin” 


Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag beriya Konferansa Jinan a Navenda Partiya xwe der barê geşedanên di rojevê de pirsên rojnamegeran bersivand. Yuksekdag der barê akademîsyenên ku ji aliyê Serokomar Erdogan ve hedef hatin nîşandan û piştre jî der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê çewisandina ku li hemberî akademîsyenan tê nîşandan di Hîtlera almanyayê de dihat jiyîn û wiha got: “Ev yek berpirsiyariya rewşenbîriyê ye. Akademîsyenên ku ji bo aştiyê daxuyaniyê dan berpirsiyariya xwe ya rewşenbîriyê û afirandina zanistê bi cih anîne.”


‘Nikarin bi reşnîvîsa demokrasiyê me bixapînin’

Yuksekdag da xuyakirin ku desthilatdariya siyasî îdia dike ku li Tirkiyeyê demokrasiyek heye û wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê reşnîvîsa demokrasiyê heye. Desthilatdar bi vê re reşnîvîsê hewl dide me bixapîne. Yên ku bi vê yekê jî neyên xapandin li ser wan operasyon tê ferzkirin. Akademîsyen bi ve yekê nexapiya û azadiyê parastin. Lê pêşberê vê yekê jî binçavkirin bû. Divê her kes piştgiriyê bide akademîsyenan.”

Yuksekdag gefên serokê çeteyan Sedat Peke yên li hemberî akademîsyanan jî bi bîr xist û wiha pêda çû: “ Îro şefê çete pir bi rehetî li kolanan digere. Bi azad e ku fikrên xwe yên sapik bîne ziman. Û pir bi rehetî jî êrîşê mirovên ku parastina, zanist, civak û aştiyê dike.”

‘Divê êdî dawî li vê şermê bê’

Yuksekdag axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev taployek îbretî ye. Me her tim ji van êrîşan ders ji xwe re derxist û em ê derbixin jî. Tu carî civakê tirsandin bi kar nehatiye. Lê emê wekî civak dawiyê li van tirsandinan jî bînin. Ji nava ve taployê mirovên wêrek û bi rûmet derketin. Dê tu car nekaribin ku welatiyên me yên ku bi aştî, nirxên mirovahiyê bawer dikin teslîm bigirin. Ez hemû akedemîsyenan bi rêzdarî silav dikim. Divê van akademîsyenan demildest serbest bên berdan.”(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.