• Diyarbakır10 °C
  • Batman11 °C
  • Mardin14 °C
  • Bingöl7 °C
  • Bitlis6 °C
  • Elazığ10 °C
  • Erzincan5 °C
  • Şanlıurfa15 °C
  • Erzurum3 °C
  • Ağrı1 °C
  • Gaziantep13 °C
  • Hakkari6 °C
  • Muş2 °C
  • Siirt12 °C
  • Van1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Zana û Baydemîr ligel Barzanî dicivin
13 Aralık 2013 Cuma 12:24

Zana û Baydemîr ligel Barzanî dicivin

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê Osman Baydemîr û Parlamentera Serbixwe Leyla Zana bi mebesta ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinê bikin li Hewlêrê ne.

HEWLÊR - Baydemîr û Zana serdana Nunertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Hewlêrê kirin. Li vê derê bi rayedarên partiyê re hinek hevdîtin kirin û piştî ku ji wê derê veqetiyan daxwiyanî dan. Baydemîr got: ’Bi piştgiriya Birêz Mesûd Barzanî tê çaverêkirin ku di demek kurt de li Hewlêrê civînek bê kirin. Em ji civînê pir bi hêvîne û dixwazin deklerasyona wê bê belavkirin. Wiha tê hêvîkirin ku di wê deklerasyonê de fikr û ramanên hemû partiyên Rojava cih bigirin. Partiyên Rojava jî li gor vê deklerasyonê dê tevbigerin û beşdarî konferansa Cenevre-2 bibin. Ez wiha hêvî dikim ku ev deklerasyon ji bo yekîtiya Kurdan bibe bingeh.’

Baydemîr diyar kir ku beriya her tiştî pêwistiya Kurdan bi yekîtî û bi yekrêziyê heye û ji bo vê jî çi ji destê wan bê dê bikin. Li ser pirsa rojnamevanekî; Gelo wê partiyên Kurdî yên Rojava beşdarî Konferansa Cenevre-2 dê bibin yan na? Baydemîr wiha bersiv da: ’Hemû hêviyên me li gor vê ne. Kurd mihtacî hev in.’

Parlamentera Serbixwe ya Diyarbakirê Leyla Zana jî bal kişand ser bûyerên ku hatine serê Kurdan û wiha axifî: ’Gelek bûyerên ku Kurd jê tiştan fêr bibin hatine serê wan. Kurdan dema ku bi hev du re tevgeriyane qezenc kirine lê dema di navbera wan de yekîtî nebûye her tim wenda kirine.’

Zana bibîr xist ku berê gotibû sedsala 21’mîn dê bibe ya Kurdan û wiha pêde çû: ’Ez dîsan dibêjim aştiya Kurdan dê ji bo gelê mezlûm ên Rojhilata Navîn û dinyayê bibe mînak. Êdî pirsgirêkeke ku Kurd nikaribin di navbera xwe de çareser bikin nîne. Kurd êdî ne ew kesên sala 1992’an û ne jî yên sala 1996’an in. Divê Kurd di navbera xwe de gotûbêjê pêş ve bibin.’ 

Zanabal kişand ser çapemeniyê û diyar kir ku yekîtî ne ji bo Kurdan tenê divê di navbera çapemeniya Kurdan de jî hebe. Li ser pirsa; Gelo Serokê PYD’ê Salih Muslîm dê bê Hewlêrê yan na? Zana wiha bersiv da: ’Hêviya me jî ev e, Ev der mala Muslîm e, çima neyê?’

Tê çaverêkirin ku li Hewlêrê bi Seroktiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civînek bê lidarxistin û tê gotin ku ji xeynî Baydemîr û Zana, nûnerên partiyên Kurdî yên Rojava jî dê beşdarî civînê bibin. 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim