1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Zarokê 12 salî rastî tacîzê hat, dozger got 'tiştêbû bû'!
Zarokê 12 salî rastî tacîzê hat, dozger got 'tiştêbû bû'!

Zarokê 12 salî rastî tacîzê hat, dozger got 'tiştêbû bû'!

Li Gundê Pinarkaya yê Navçeya Çayê ya Afyonê zarokê 12 salî rastî îstîsmara B.D hat. Bersûc piştî îfade da dozger, dozger bersûc serbest berda. Bavê zarokê 12 salî çû li dozger gilî kir, lê dozger bersîva "tiştê bûye bûye tu hêj dixwaze ez çi lêkolîn biki

A+A-


AFYON - Di 23'ê kanûnê de li Gundê Pinarkaya yê Navçeya Çayê ya Afyonê zarokê 12 salî A.Î. rastî îstîsmara B.D ê 16 salî hat. Bersûc piştî îfade da dozger, dozger bersûc serbest berda. Bavê zarokê 12 salî A.Î. Ayhan Î, ewil li leşkeriyê gilî kir û piştre çû li dozgeriyê gilî kir. Bav Ayhan xwest B.D.bê cezakirin û der barê wî de doz bê vekirin. Bav Ayhan İ, piştre ji bo rapora tenduristiyê bistîne serî li nexweşxaneyê jî da. Lê bav Ayhan tu encam negirt. 

'Tiştê bû nede dû'

Bav Ayhan Î., bertek nîşanî helwesta dozger û nexweşxaneyê da û wiha got: "Ji ber ku dozger tu bersîv neda ez dîsa çûm dadgehê. Niha rewşa kurê min hêj xerab e. Ez çûm dozger, dozger ji min re got 'Tiştê bûye bûye nede dû. Tu hêj dixwaze ez çi lêkolîn bikim' Ji min re got dîsa tu hat û acizila xwe ya li hemberî min anî ziman. Ji min re got tu diçe ku biçe." 

Ayhan İ, anî ziman ku piştî vê bûyerê derûniya kurê wî xera bûye û tu alîkariya derûniyê ji tu deran negirtiye. 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.