1. YAZARLAR

  2. Ahmet Kani

  3. Zarokên Bêziman
Ahmet Kani

Ahmet Kani

köse yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Zarokên Bêziman

A+A-

                                                                    

                Ev ser navê jorîn û bin navê di nava kevanekê de, navê pirtûka Azad Dildar e. Ev pirtûk, di Hezîrana 2014an de, di nava weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî de derket. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser vê pirtûkê rawestim. Ji ber ku vê hefteyê dê zarokên kurdan dest bi çûndina dibistanên ku tê de bi zimanê zikmakî perwerdehî tuneye, bikin. Ez difikirim ku dê ev pirtûk bala gelek dayîk û bavan bikişîne.

                Azad Dildar, di pirtûka xwe de, girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî, bi awakî zanistî tîne ziman. Li ser têkiliya ziman û ramanê radiweste. Ji zayînê bigire meh bi meh guherînên zarokan derdixe ber çavan. Pêşgotina pirtûkê jî balkêş e, ji ber ku ji hêla mamosteyê wêjeyê ve, yê salên lîseya Azad Dildar, hatiye nivîsîn ku ew jî kurdekî asîmîlebûyî ye. Li virê divê em li ser asîmîlebûnê û helwesta dewleta asîmîleker rawestin. Mijara asîmîlasyonê û otoasîmîlasyonê girîng e. Li ser bergê dawîn ê pirtûkê kurteyek ji dîtinên Îsmaîl BEŞÎKCÎyî di derbarê asîmîlasyonê de heye. Ez dixwazim li virê binivîsim: “Polîtîkaya bingehîn ya dewletê ya li ser kurdan asîmîlasyon e. Helbet divê meriv li dijî pêvajoya asîmîlasyonê derkeve. Rêya herî xurt ya derketina li dijî asîmîlasyonê jî bi awayekî bi biryar bikaranîna kurdî ye. Bê şik axaftin û nivîsandina kurdî ya rast pirr girîng e. Xwedîlêderketina kurdî, di axaftin û nivîsê de bikaranîna wê ya fonksiyonel e. Di vê çarçoveyê de, têgihîştina rola ziman û gihîştina hişmendiya ziman girîng e. Di pêvajoya avakirina netewebûnê de, qeydkirina helbest, çîrok, stran, xebroşk, mamik, gotinên pêşiyan, berhemên mîtolojîk û destanan yên di vî zimanî de hatine nivîsîn pirr girîng e. Ev bandorê li pêvajoya avakirina netewebûnê dike û vê pêvajoyê leztir, firetir û kûrtir dike.”

                Îsmaîl BEŞÎKCÎ ji ber van dîtinên xwe yên zanistî bi deh salan di zîndanê de maye. Bîranîneke min a bi vê mijarê re eleqedar heye ez dixwazim wê bi xwendevanan re parvebikim: Berî şeş-heft salan em çend mamosteyên kurd bo perwerdeya mafê zarokan, ji aliyê Komeleya Mafê Merivan ve hatibûn hilbijartin. Perwerdeya me çend roj ajotibû. Ev dem jî rastê dema ku Serokwezîrê tirk, R. T. Erdogan, li Almanyayê gotibû, asîmîlasyon tawana mirovahiyê ye, hatibû. Mamosteyê ku perwerdeya mafê merivan dida, ji serê dersê heta dawiya dersê pesnê vê helwestê dabû. Piştê ku axaftina wî xelas bû û mafê axaftinê dabû me. Min jî jê pirsî û got, mamoste tu xweş dibêjî, lê belê tu çima behsa asîmîlasyona li ser zarokên kurdan nakî? Wî jî bi awakî rast û dirust got, li min negirin, ez bi qasî mamoste BEŞÎKCÎ mêrxas nînim ku vê rastiyê bibêjim û bi deh salan di zîndanê de rakevim.

                Pirtûka Azad Dildar, ji pêşgotinek, şeş beş (1-Pênasa Ziman, 2-Pêşketina Zarokên Pêşdibistanê, 3-Zarok-Dibistan-Ziman-Psîkolojî, 4-Ziman û Zarokên Dibistanê, 5-Li Ewrûpa û Tirkiyeyê Ziman, 6-Duzimanî û Nîvzimanî) û encamek pêk hatiye. Wek me berê jî nivîsî, pêşgotin ji aliyê Mithat Ozcanê mamosteyê wî ve, bi tirkî hatiye nivîsîn û ji aliyê bavê Azad, Receb Dildar ve hatiye wergerandin. Mithat Ozcan, bi tevî ku kurd e û mamosteyê wêjeyê ye jî nikaribiye ramanên xwe yên di derbarê pirtûkê de, bi kurdî binivîse. Ev rewş, nîşana asta asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê ye. Lê belê dema em li zimanzan û fîlologên biyanî dinêrin, wek mînak Michael L. Chyet û hwd. dibînin ku dikarin ferhengan bo zimanê kurdî amade bikin. Ev jî nîşan dide ku otoasîmîlasyon ji asîmîlasyonê bi bandortir e.

                Ez dixwazim balê bikişînim ser otoasîmîîlasyonê. Îro di nava kurdan de otoasîmîlasyonek wek lehiyê rabûye ku hemû çand, raman û zimanê kurdan daye ber xwe, dibe û dibinê xwe de wenda dike. Berî her tiştî divê kurd malên xwe wek dibistanên zimên bikarbînin. Li virê mînaka nivîskar Azad û malbata wî, girîngiya zimanê malê derdixe holê, wiha dinivîse: “Ez ji dê, bav û malbata xwe re gelek spas dikim ku herdem bi min re kurmancî axifîne û li ber vê asîmîlasyona dijwar nehîştine ku ez zimanê dayîka xwe ji bîr bikim.”

                Di dawiya nivîsa xwe de ez dixwazim balê bikişînim ser mîzanpaj û redaksiyona xerab, bê îstîsna di her not û pênc rûpelên pirtûkê de kîteyên dawiya rêzê hatine perçekirin.

 

Bu yazı toplam 7210 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.