Zarokên Sûrê tera dilê xwe lîstîn

Zarokên Sûrê tera dilê xwe lîstîn
Lîstivanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ji bo zarokên Sûrê şano lîstin.

 

AMED- Lîstivanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ji bo zarokên navçeya Sûrê yên taxên Îskenderpaşa, Mevlana Halît, Şeyh Şamîl û Yenîşehîrê qadên wan ên lîstikê ev 47 roj in di bin dorpêça hêzên dewletê de ne şano lîstin. Li qada ku şana hate pêşandan zarok bi dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin û hatin. Saetek be jî bêyî dengên çek, tank, top û helîkopteran zarokan têra dilê xwe lîstin. 

Di salona şaredariyê de zarokan ji bo her wêneyan nîşaneya serkeftinê kirin û şanogeran jî ji bo wan lîstikên komedî û muzîkê lîstin.

Derhênera şanoyê Elvan Koçer diyar kir ku armanca wan ew e ku ji bo demeke kin be jî zarokan ji psîkolojiya şer dur bixin. Koçer wiha got: "Şerê ku dewlet dimeşîne herî zêde bandorê li zarokan dike. Li Cizîr, Sîlopî û Sûrê zarok hatin qetilkirin. Qadên wan ên lîstikê veguherî qadên şer."

Hate gotin ku dê ji bo zarokan di dawiya her hefteyê, şano, wêne, anîmasyon bên pêşandan. (diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.